Amerîkayê li ser êrişên li Hewlêrê daxuyanî da

12-12-2023
Nîşan Hewlêr Êriş Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Daxuyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê da zanîn ku êrişên li Hewlêrê “Nayên qebûlkirin û divê rawestin.”

Derdora Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ya ku Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî nêzîkî wê bi cih bûne 8ê vê mehê rastî êrişa bi dronan hatibû.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde ev êriş bi rêya maîlê ji Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê pirsî.

Wezareta di bersiva xwe de got, “Milîsên Îraqî êrişî aramiya Îraqê, xelkê me û hevkarên me yên li herêmê dikin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî da zanîn ku ev êriş ‘Nayên qebûlkirin’ û ew wekî ‘karên terorîstî’ bi nav kirin. Em jî xwediyê heman nêrînê ne.”

"Em li hêviya Hikûmeta Îraqê ne"

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê amaje pê kir ku ew li benda sekinandina êrişan in û pê de çû:

“Em li hêviyê nê ku Hikûmeta Îraqê ji bo rawestandina van êrişan gavên pêwîst biavêje.

Nabe ku destûr were dayîn grûpên bi piştgiriya Îranê li Îraqa ku xwediya serweriya xwe ye wekî dilê xwe tevbigerin.”

Çi bûbû?

Şeva 8ê vê mehê li nêzîkî komelgeha Sê Bîranê ya Hewlêrê 4 dron ketin xwarê û dronek jê ji aliyê sîstema parastina asmanî ve hat xistin.

Nûçegihanê Rûdawê Mistefa Goran ragihandibû 4 dron li nêzîkî komelgeha Sê Bîranê ya Hewlêrê ketine xwarê.

Herwiha drona pêncan a ku ber bi Balafirgeha Hewlêrê ve diçû ji aliyê sîstema parastina asmanî ya Hêzên Hevpeymaniyê ve hat xistin.

Şêniyên Sê Bîranê diyar kir ku dema dron ketine xwarê wan dengên teqînên xurt bihîstine.

Welatiyên Sê Bîranê ji Rûdawê re got, di encama teqînê de camên malên wan şikestine.

Dije Terora Kurdistanê jî li ser êrişa dronî daxuyaniyek da û amaje pê kir ku ti ziyanên canî çênebûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst