AMED – Birazî, apê xwe kuşt

12-12-2023
Nîşan Amed Erxenî Birazî Ap Kuştin Birîndarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Erxeniyê ya Ameda Bakurê Kurdistanê ap û birazî bi çekan êrişî hev kir.

Di pevçûnê de birazî birîndar bû, apê wî jî hat kuştin.

Li gorî agahiyan, li taxa Kemertaşê ya Erxeniyê ji ber sedemeke nediyar di navbera Şeref T. û biraziyê wî Hasan T. de nîqaş derket.

Piştî ku nîqaş gur bû her duyan gule berdan hev.

Tîmên tenduristiyê Şeref T. rakir Nexweşxaneya Erxeniyê û Hasan T. jî veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê.

Ap Şeref T. li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Li aliyê din, birîna biraziyê wî Hasan T. jî xedar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst