Doza Mehmet Sincar hat paşxistin
Hewlêr (Rûdaw) - Doza Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sincar, ku sala 1993an di bûyereke kiryar nediyar de li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê hatibû kuştin, bo 31ê Gulana 2023an hat paşxistin.
Îro 12ê Kanûna 2022ê li Şeşemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 9emîn rûniştina doza kuştina Mehmet Sîncar hat kirin.
Hevjîna Mehmet Sincar Cihan Sincar, kurê wî Felat Sincar, birayê wî Ali Sincar û Parlamentera HDPê ya Amedê Remziye Tosun jî beşdarî rûniştina dozê bûn.
Metirsî heye, ji ber derbasbûna 30 salan doz hilweşe. Eger derbarê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê yê berê Mehmet Agar de ku wê demê Rêveberê Giştî yê Ewlekariya Tirkiyê bû, Mahmut Yildirim (Yeşil) û Alaattin Kanat, Îsmail Yeşilmen, Adem Yakın û Mesut Memetoglu yên endamê JÎTEMê doz neyê vekirin, dê doz Îlona 2023an hilweşe.
Malbata Sincar ji dadgehê daxwaz kir ku derbarê wan kesan de doz bê vekirin.
Di dozê de tenê kesê bi navê Cihan Yildiz wek gumanbar tê darizandin. Cihan Yildizê ku bi awayekî ne girtî tê darizandin ji Êlihê bi rêya videokonferansê beşdarî dozê bû. Cihan Yildiz di parastina xwe de îdia kir, ku “bêtawan” e.
Kurê Mehmet Sincar Felat Sincar, ji dadgehê daxwaz kir ku gotinên gumanbar ên berê û yên niha bidin berhev û bal kişand ser dema hilweşandina dozê.
Parêzera malbata Sincar Buşra Kaya jî bal kişand ser dema hilweşandina dozê û got: “Divê dosye neyê rawestandin. Çima derbarê Alaattin Kanat, Mahmut Yıldırım û Mehmet Agar de ku navên wan dosyeyê de hene, delîl nehatine komkirin. Eger naxwazin derbarê wan de delîlan kom bikin, divê gilî bê tomarkirin.”
Bûyera kuştina Mehmet Sincar
Mehmet Sîncar roja 4ê Îlona 1993an di êrîşeke çekdarî de li Êlihê hat kuştin. Bûyera kuştina Sincar yek ji tawanên kiryar nediyar e ku li Bakurê Kurdistanê ji aliyê JITEMê ve hatine kirin.
JITEM saziyeke nihênî ya dewleta Tirkiyê bû, di salên 80 û 90an de bêyî fermanê ji Wezareta Navxwe ya Tirkiyê û Serokatiya Erkanê, desthilata wê ya operasyonan hebû û bi hezaran tawanên kuştinê li dijî sivîl, berpirsên hikûmî û hizbî, sermayedar, efserên hêzên emnî û serbazî, kesayetiyên civakî, berpirsên PKK û kesayetiyên Kurd kirine.
Di serdema desthilata AKPê de 18 gumanbar bi tawanê kiryar nediyar hatin desteserkirin lê bi hinceta belgeyên pêwîst li dijî gumanbaran nebûn, Yekemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê biryara bêtawanbûna wan derxist û hatin azadkirin.
21ê Gulana 2021an Fermangeha Cezayên Giran a Dadgeha Herêmî ya Tirkiyê, biryara Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê ya derbarê bêtawanbûna wan 18 kesan de hilweşand. Di wê çarçoveyê de Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê yê berê Mehmet Agar, Serokê Fermangeha Tîmê Operasyonên Teybet a Saziya Îstixbaratê Korkut Eren û çendîn fermandarên serbazî û kesên xwedî desthilat tên dadgeh kirin.
Biryara Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê ya derbarê tohmertbarên dosyeya kiryar nediyar de li Tirkiyê piştî belavbûna vîdeoyan Sedat Peker hat ku serokê yek ji grûpên mafyayê ye li Tirkiyê û ji 2ê Gulana 2021an ve 9 vîdeo li Îmarat belav kirine.
Di wan vîdeoyan de Sedat Peker hejmarek nehêniyên hestyar derbarê tawanên kiryar nediyar di salên 90î de li Bakurê Kurdistanê û peywendiyên navbera dewlet û mafyayê û tevlîbûna karbidestên AKPê de eşkere kirin.