Eşkere bû: Li Amedê zarokeke 13 salî ducanî ye

12-12-2022
RÛDAW
Nîşan Bismil Zewaca Zarokan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat diyarkirin ku keçeke 13 salî ya ku bi giliya êşa zik çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Bismil a navçeya Amedê ducanî derketiye holê ku ducanî ye. Keça Sûrî ya ku diyar bû 37 hefte ducanî ye, beriya salekê ji aliyê malbata xwe ve hatiye zewicandin.

Pizîşkên Nexweşxaneya Dewletê ya Bismil dema di muayeneyê de dîtin ku Maram Herba ya 13 salî ya Sûrî ducanî ye polîsên nexweşxaneyê agahdar kirin.

Keça biçûk a ku îfadeya wê hat girtin, anî ziman ku beriya salekê ji aliyê malbata xwe ve hatiye zewicandin û loma ew ducanî ye. Li ser vê yekê bavê keça biçûk Ehmed Herba û dayika wê Emne El Daas hatin desteserkirin.

Hat destnîşankirin malbatê gotiye keça wan bi dilê xwe bi Mihemed Temir ê penaberê Sûrî re zewicî ye û wan nedizanî ku li Tirkiyê sînorê temenê zewacê heye û ev tawan e.

“Min nizanibû ku li Tirkiyê qedexe ye ji ber ku li Sûriyê temenê zewacê nîne”

Mihemed Temir ê 24 salî yê ku bi keça biçûk re zewiciye jî hat desteserkirin.

Mihemed Temir di îfadeya xwe de diyar kir ku berî salekê bi Maram Herba re piştî razîbûna malbata wê hatiye mehrkirin û got, “Dema em zewicîn wek fizîkî min digot qey ew 16 salî ye, min temenê wê yê rast nizanibû. Min nizanibû ku li Tirkiyê qedexe ye ji ber ku li Sûriyê temenê zewacê nîne. Heger min bizaniya dê pirsgirêk derkeve min ê zewaceke bi vî rengî nedikir.”

"Ez bi dilê xwe zewicîm"

Maram Harba ya 13 salî jî di îfadeya xwe de diyar kir ku ew par piştî Cejna Qurbanê ji Sûriyê hatiye, paşê bi Mihemed re biryara zewacê dane û anî ziman, “Min yekem têkiliya seksî piştî mehrbirînê pêk anî û niha 9 mehî ducanî me. Min nizanibû ku li Tirkiyê qedexe ye ji ber ku li welatê me temenê zewacê tune ye, ez bi dilê xwe zewicîm, ez giliyê li kesî nakim.”

Ji bo dê, bav û kesê ku pê re zewiciye heta 30 salan cezaya girtîgehê tê xwestin

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, Buroya Lêpirsîna Sûcên Zayendî, li gorî yasayan ji ber ku zaroka di bin 15 saliyê de nikare biryarê bide li ser dê, bav û kesê ku zaroka 13 salî pê re zewiciye bi tohmeta "îstîsmara zayendî ya li zarok" doz vekir û ji her yekî re 30 sal cezaya girtîgehê xwest.

Di îdianameyê de hat diyarkirin ku zaroka 13 salî berî 15 saliya xwe têkiliya cinsî kiriye û dê û bavê wê bi vê rewşê razî bûne û alîkariya vê tawanê kirine.

Hate diyarkirin ku her sê tawanbaran bi hev re tawana îstîsmara zayendî li zarokekê kirine. Tawanbar dê li Dadgeha Cezayê Giran bên darizandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst