Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbata Akam Omer re xwest

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya şehîdkirina Fermandarê Hêza Komando ya Kurdistanê Akam Omer serexweşî li kesûkarên wî û hevalên wî kir û got: “Ez hevxemê êşa we me.”

Fermandarê Hêza Komando ya Kurdistanê Akam Omer û hejmarek endamên din ên wê hêzê roja 19ê Cotmeha  2022yan dedi dema operasyonekê de li sînorê qezaya Kelarê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve birîndar bibû. Akam Omer ku li Nexweşxaneya Farûq a Silêmaniyê neştergerî jê re hatibû kirin û paşê bo Almanyayê hatibû şandin, îro canê xwe ji dest da.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî  îro Duşemê 12yê Kanûna 2022yan ji ber canjidestana Akam Omer di peyamekê de sersaxî ji malbat û hevalên wî re xwest.

Nêçîrvan Barzanî got: “Ez sersaxiyê ji malbat, keskûkar, hevsenger û hevalên şehîd Akam Omer, fermandarê hêza Komando re dixwazim, ku îro piştî birîndarbûna heyvek û sê hefteyan di bin çavdêrîya pizîşkî de koça dawîyê kir.”

Barzanî herwiha dibêje: “Ez hevxemê êşda we me  û daxwazê ji Xwedayê mezin dikim, ku giyanê wî bi dilovaniya xwe şad bike û sabir û aramiyê bide malbat, kesûkar û dostên wî.”

Roja 19ê Cotmeha 2022yan Hêzên Komando bi serkêşiya Fermandarê Hêza Komando ya Kurdistanê Akam Omer bo operasyoneke li dijî DAIŞê diçûn sînorê Garmiyan li bajarokê Zinaneyê, lê toreyeke bihêz a "mayinan" teqiya. Di encamê de  endamekî hêzê şehîd bibû û fermandarê wan û 7 kesên din jî birîndar bibûn. 

Îro danê êvarê piştî nêzîkî 2 mehan ji  Akam Omer jî li nexweşxaneyeke Almanyayê jiyana xwe ji dest da.  

Peyamnêrê Rûdawê Ferhad Dolamêrî ragihand ku  kesûkarên Akam Omer gotine termê wî dê li Goristana Şêx Ehmed a li Hewlêrê were veşartin lêbelê dema vegerê nayê zanîn.