Komeleya Mafên Mirovan a Cizîrê amarên êrîşên Tirkiyê belav kir

12-12-2022
Xalid Cemîl Mihemed
Komeleya Mafên Mirovan a Cizîrê amarên êrîşên Tirkiyê belav kir
Komeleya Mafên Mirovan a Cizîrê amarên êrîşên Tirkiyê belav kir
Nîşan Komeleya Mafên Mirovan a Cizîrê Evîn Cumaa Binpêkirin Êrişên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Mafên Mirovan a Cizîrê bi daxuyaniyekê amarên binpêkirinên li navçeyên Rojavayê Kurdistanê yên îsal eşkere kirin.

Navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê, bi awayekî rojane rastî gef û êrîşên Tirkiyê dibin.

Derbarê vê rewşê, Komela Mafên Mirovan li Cizîrê, di daxuyaniyekê de amarên binpêkariyan li wan navçeyan, di 12 mehên bûrî de, heta 10ê Berfanbara 2022yan ragihandine.

Di nav de hatiye ku di dema van 12 mehan de, bi topbaran û bombebarana dron û balafirên Tirkiyê, tenê li Herêma Cizîrê 102 kes hatine kuştin. Li Herêma Ferat û Kobaniyê jî 75 kes hatine kuştin. Herwiha di nav de gelek amarên din jî hene.

Rêvebera Komela Mafên Mirovan li Cizîrê Evîn Cumaa dibêje “Çiqas mirova htine kuştin, revandin, binçavkirin, birîndarkirin, dadgehkirin. Çiqas mirov li derveyî Sûriyê li cihên dagirkirî dibin hindirê Tirkiyê û bi zagonên Tirkiyê yên herêmî tên dadgehkirin. Çiqas mirov bi çekên cuda cuda bi dronan, bi balafirên şer hatine kuştin li herêmî yanî rewşa giştî ya mafên mirovan hatiye nirxandin.”

Rêvebera Komela Mafên Mirovan li Cizîrê, Evîn Cumaa, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar dike, mebesta wan ji ragihandina van amaran ew e ku rêxistinên navdewletî û hêzên mezin rêgiriyê li ber van binpêkariyan bikin.

Evîn Cumaa got jî “Me xwest em bi vê yekê bangek li Netewên Yekbûyî bikin, ji bo rewşa Sûriyê giştî û bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber çavan bigrin. Rewşa mirovî yekem be ji bo karên wan, ne berjewendiyên dewletên ku erda Sûriyê ji xwe re kirine cihek ji bo serê xwe û tasfiyatên xwe yên dûrî ser bicih bînin. Van deman ji bo zextê ji bo dagirkeriya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye bi dawî bibe û miletê ku bi darê zorê koçber bûye vegerin cihê xwe û bên parastin.”

Li gorî daxuyaniya Komela Mafên Mirovan li Cizîrê, bi dirêjiya sala 2022yan gelek binpêkarî li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê hatine kirin, piraniya wan ji aliyê hêzên Tirkiyê ve bû, û qurbanî jî bêhtir ji kesên sivîl bûn.

Ji 19ê Cotmeha bûrî ve jî, heta niha, gef û êrîşên Tirkiyê li dijî wan navçeyan bêhtir bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst