Erebên hawirde li Efrînê li dijî HTŞê nerazîbûn nîşan dan

Hewlêr (Rûdaw) - Erebên hawirde yên li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê li dijî çekdarên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) nerazîbûn nîşan dan.

Li gor zanyariyan, çekdarên Heyet Tehrîr El Şam ku berê jê re digotin Cebheta El Nusra li nêzî dergehê Dêr Belût ê Cindirêsê, êrîşî otombîla Erebekî hawirde kirin û agir pê xistin.

Çekdarên Heyet Tehrîr El Şam dibêjin ku wê otombîlê karî benzîna qaçax dikir û ew dê her kesê qaçaxçîtiya banzînê bikin agir bi otombîlên wan bixin.

Piştî ku Tirkiyê û çekdarên wê Efrîna Rojavayê Kurdistanê dagir kirin, bi sedhezaran Erebên Hawirde ji aliyê çekdaran ve li malên Kurdan hatin bi cihkirin.