Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê daketina nirxê lîreyê Sûrî jiyana welatiyan dijwartir kiriye

12-12-2022
Xalid Cemîl Mihemed
Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê daketina nirxê lîreyê Sûrî jiyana welatiyan dijwartir kiriye
Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê daketina nirxê lîreyê Sûrî jiyana welatiyan dijwartir kiriye
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Sûriye Lîreyê Sûrî Mihemed Xêr Remedan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di nava heftiyekê de, li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bihayê lîreyê Sûrî bi awayekî berbiçav li beramber pereyên biyanî daketiye. Daketina nirxê lîreyê Sûriyê, jiyana welatiyan dijwartir kiriye.

Li Rojavayê Kurdistanê, bihayê lîreyê Sûrî ji navçeyên hikûmetê û navçeyên opozisyonê bêhtir daketiye. Wiha jî nîşanên enflasyonê gelekî têne dîtin.

Zêrfiroşê ji bazara Qaimşloyê, Mihemed Xêr Remedan, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa vê rewşê dike.

Zêrînger Mihemed Xêr Remedan dibêje “Bilindbûna zêr bi dolar ve girêdayiye. Li sûka me gelek bandora wê tineye. Kî tê cem me dolar pê re ye, wê zêr bikire. Gustîrkek bikire bi 2 milyon lîreyê Sûrî ye, ferek bazin bikire bi 4-5 milyon lîreyê Sûrî ye. Bandora wê gelek li me nebûye lê bandora mezin li sûka din dibe, li sûka xwarinê dibe, li sûka cilûbergan dibe heta dewrên zarokan bûne bi dolaran. Kirêkirina xaniyan bi dolar e. Kirya xaniyan ji 800 hezar lîreyê Sûrê dest pê dike heta milyon û 300 hezar lîreyê Sûrî ye. Yên ku bi destên xwe kar dikin ji wan re gelek zehmet e.”

Ev daketina bihayê lîreyê Sûrî, bandoreke mezin li ser jiyana rojane ya welatiyan dike, bi taybetî di warê kirîna pêdiviyên sereke de, di demekê de ku, nirxên kelûpelan li bazarên Rojavayê Kurdistanê roj bi roj bilindtir dibin.

Mihemed Xêr Remedan got jî “Ji 2 mehan vir ve car û nîvek hatiye serê. Ji 4 hezaran bûye 6 hezar. Gelek zehmet e di dema niha de ve bilindbûna ku çê bûye. Yên bi destê xwe kar dikin, gelekan ji xwe re dikan kirê kirine ev yek li ser wan zehmet e. Wê bibêjin bi 200 dolaran e, wexta ku 200 dolarî dihesibînî dike milyon û 200 hezar. Ka dê çewa kirya xwe bidin, çewa kirya xaniyê xwe bide, dê çewa cil û bergan ji zarokên xwe re bikire? Ne mazot e, ne benzîn e, ne xaz e, gelek tişt biha bûne. Lê yê ku pere li balê tinebe dê çewa bike? em mane ecêbmayî, çewa dimeşe kes nizane.”

Li gorî zanyariyên ku haitne bidestxistin, nirxê pereyên Sûrî, li beramber yek dolarê Amerîkî, li Şamê bûye 6 hezar û 120 lîre, li Idlibê bûye 6 hezar û 175 lîre û bi gortina zêrfiroşê Mihemed Xêr Remedan, bihayê pereyan li Cizîrê bûye 6 hezar û 150 heta 6 hezar û 200 lîreyên Sûrî, li beramber 1 dolarê Amerîkî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst