'Sedema rawestandina petrolê ne ji ber nakokiya Rejîm û Rêveberiya Xweser bû'

12-12-2022
Hisên Omer
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Hikûmeta Sûriyê Kompaniya Qatircî Petrol Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endezyarê Petrolê Heval îsa got “Sedema rawestandina petrolê ne ji ber nakokiya Rejîm û Rêveberiya xweser bû lê ji ber nakokiya di navbera Rejîm û Kompaniya Qatircî de bû”

Roja Yekşemê 11ê Berfanbara 2022an li gorî dîmenên ku medyaya Rûsyayê belav kiriye, rêzeke tankeran li navçeyên başûrê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê rawestiyane û neftê vediguhezin navçeyên di bin kontrola Hikûmeta Sûriyê de.

Wezareta Bazirganiyê ya Sûriyê destpêka vê hefteyê ragihandibû ku nirxê benzînê û mazotê ji aliyê kompanya petrolê ya Sûriyê (BS) ve ji sedî 100 hatiye zêdekirin.

Tankerên veguhestina petrola Rojavayê Kurdistanê bo navçeyên hikûmeta Sûriyê, piştî rawestana guhestinê ji bo çend rojan, careke din karwanên tankerên petrolê dest bi veguhestine kirin.

Endezyarê Petrolê, Heval Îsa, ku nêzî 25 salan li zeviyên petrola Rimêlanê kar kiriye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê hûrgiliyên qebareya petrola ku ji bo navçeyên hikûmeta Sûriyê dihat veguhestin aşkere kirin.

Endezyarê Petrolê Heval Îsa dibêje "Belkî rojê 100 heta 130 tankêrên neftê ji navçeyên di bin kontrola HSDê an PYDê de derdiketin. Her tankêrek 33 heta 35 metre sêca ye û her metre sêca 6 bermîl e, rojane nêzikî 21 hezar heta 24 hezar bermîl neft derdiket. Para rejîmê dihat dayîn û ya mayî jî li xwe belav dikir."

Li gor zanyariyan, berhema Petrola zeviyên Rimêlanê, ji Dêrikê heta Tirbespiyê, wiha bûye:

Beriya kirîza Sûriyê rojane 20.000 metreyên sêcar, wate 120.000 bermîl bûye.

Piştî krîzê rojabe 4.000 metreyên sêcar bûye, wate 24.000 bermîl bûye.

Ji sedî 60 pişka hikûmeta Sûriyê bûye û ji sedî 40 jî pişka Rêveberiya Xweser bûye.

Îsa ji Rûdawê re got jî, sedema rawestandina veguhestina petrolê di çend rojên borî de, ne êrîşên Tirkiyê bûye, lê nakokiya di navbera Kompanyaya Qatircî û hikûmeta Sûriyê de bûye.

Heval Îsa diyar kir "Rojna belkî kêm qut kiribin lê nakokiya herî mezin di navbera rejîma Sûriyê û kompaniya Qatircî de ya ku dixwest bihayê veguhestina neftê zêde bike çê bû. Wekî din jî ji nîzamê dixwest ku wê ji êrişên Tirkiyê biparêze, ji ber vê yekê jê ev nef demek hat sekinandin. Ne ji bo nakokiya di navbera Rêveberiyê Xweser û Rejîmê de, lê di navbera kompaniya Qatircî û Rejîmê de bû."

Kompanyaya BS a girêdayî kompanyaya Grûpa Qatirçî ya navdewletî ya petrolê ye û pêwendiya wê ya bihêzê bi hikûmeta Sûriyê re heye, petrolê ji navçeyên Rêveberiya Xweser vediguhêze navçeyên hikûmeta Sûriyê.

Berî kirîza Sûriyê, berhema Sûriyê ji petrolê rojane nêzî 380 hezar bermîl bûye. Niha berhema navçeyên Rêveberiya Xweser rojane nêzî 90 bermîl e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst