Îranê derbarê 6 girtiyên Kurd de biryara bidarvekirinê da

12-12-2022
RÛDAW
Îranê cezayê bidarvekirinê da 6 girtiyên Kurd
Îranê cezayê bidarvekirinê da 6 girtiyên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cezaya bidarvekirinê bi ser 6 girityên xwepêşandanên bajarê Şinoyê yê Rojhilatê Kurdistanê de hat sepandin.

Li gorî wan zanyariyên ji nav bajarê Şinoyê gihîştine Tora Medyayî ya Rûdawê, ew 6 welatî di dema xwepêşandanên bajarê Şinoyê de hatine desteserkirin, Dadgehqa Şorêşê ya Urmiyê cezaya bidarvekirnê bi ser wan de sepandiye.

Her yek ji, Ferhad Tehazade, Ferzad Tehazade, Karwan Şahî Perwane, Hejar Hemîdî, Şehram Meirûfî Mewla û Riza Îslamdost heftiya derbasbûyî hatine darizandin.

Du ji wan birayên hev in, Ferhad û Ferzad Tehazade.

Li gorî amarekê ku saziyên hikûmî û emnî li Şinoyê amade kirine, di derbarê xwepêşandanan de, zanyariyên wê dest Rûdawê ketine, ji destpêka xwepêşandanan ve li Şinoyê hezar û 8 kes hatine desteserkirin  û birîndarbûna 276 kesan jî li Şinoyê hatiye tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst