Li Wanê bi hinceta qaçaxçîtiya koçberan 13 kes hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hefteya borî bi hinceta “qaçaxçîtiya koçberan” 18 kes hatin desteserkirin. Ji 18 kesan 13 bi biryara dadgehê hatin girtin.

Rêveberiya Ewlekariya Wanê ragihand, xebatên rêgirîkirina “qaçaxçitiya koçberan û bazirganiya mirov” berdewam in. Di çarçoveya xebatan de tîmên Şaxa Deriyên Sînorî û Qaçaxçîtiya Koçberan a Rêveberiya Ewlekariya Wanê, di navbera 5ê Kanûnê û 11ê Kanûnê de di 8 operasyonên cuda de bi hinceta “qaçaxçitiya koçberan” 18 kes desteser kirin.

Piştî karûbarên îfade wergirtinê li Rêveberiya Ewlekariya Wanê, 18 kes bo Dadgeha Wanê hatin şandin. Dadgehê derbarê 13 kesan de biryara girtinê da û 5 kes jî hatin berdan.

Li Wanê di navbera 28ê Mijdara 2022ê û 4ê Kanûna 2022ê jî bi hinceta qaçaxçîtiya koçberan 5 kes hatibûn girtin.