Îlham Ehmed: Em piştevanî û alîkariya Swêdê bilind dinirxînin

12-12-2021
RÛDAW
Nîşan Îlham Ehmed MSD Swêd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Cîbicîkar a Encûmena Sûriyeya Demokratik (MSD) Îlham Ehmed, civîna ligel Wezîra Derve ya Swêdê Ann Lend bi awayekî serkeftî binav kir û rola hikûmeta Swêdê di piştîvanîkirina çareseriya siyasî de bo Sûriyê bilind nirxand.

Îlham Ehmed di Twittekê de nivîsand ku wan di civînê de, nerîna xwe derbarê çareserkirina kirîza Sûriyê de parve kirin û di vê derbarê de ew kar û xebata hikûmeta Swêdê ji bo piştîvaniya çareseriya siyasî û alîkariya mirovî bilind dinirxînin.

Kongreya li Swêdê

Cîgira Hevserokê MSDê Mecdolîn Hesen jî duh ragihadbû ku wê vê hefteyê li Swêdê Kongreya Hêz û Kesayetiyên Demokrat bê sazkirin ku armanc jê dîtina çarçoveyekê ye bo komkirina hemû hêz û kesên demokrat û danîna nexşerêyekê bo çareseriya siyasî li Sûriyê.

Mecdolîn gotibû, şanda MSDê ligel Ann Lend mijara çareseriyê û awayê piştîvanîkirina opoziyona demokrat a Sûriyê gotûbêj kirin.

Seroka Cîbicîkar a Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û şanda li gel roja 11/11/2021, serdana Swêdê kir û li gel Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde civiya.

 

 

Linde jî peyamek belav kiribû

Derbarê serdana Îlham Ehmed û şanda li gel de bo Swêdê daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin, lê Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde li hejmara xwe ya Twitterê li ser naveroka civînê peyamek belav kiribû.

Ann Linde li ser pêşwazîkirina wê şanda Rojavayê Kurdistanê kêfxweşiya xwe derbirî û ragihand ku wan di civîna li gel Îlham Ehmed de rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin û herwiha Ann Linde piştevanî û hevpeymaniya welatê xwe li gel Kurdên Rojava dûpat kir.

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde ku wek dosteke Kurdan û bi piştevaniya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, berî niha çendîn car pêşwazî li Îlham Ehmed û berpirsên din ên Rêveberiya Xweser kiribû.

Alîkariyên Swêdê bo Rojava

Tebaxa îsal, Swêdê 10 milyon dolar pêşkêşî Rojavayê Kurdistanê kir ji bo başkirina rewşa mirovî li herêmên di bin destê Rêveberiya Xweser de. Ji 2016an ve Swêdê 41 milyon dolar pêşkêşî Rojavayê Kurdistanê kirine.

Swêdê di heyama 4 salan de (2016-2020) wek endameke Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, 210.8 milyon dolar ji bo başkirina rewşa mirovî li Sûriyê terxan kir û tê çaverêkirin ku ew pereyê ku Swêd bo Sûriyê terxan dike, heta 2023an bigihije 376 milyon dolaran.

Ann Linde Cotmeha 2020an serdana Tirkiyê kiribû û di civîna li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu de, tekez kir ku divê Tirkiye hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê vekişe.

 

 

Linde herwiha piştevaniya welatê xwe ji bo Kurdên Sûriyê derbirî ji bo di civînên Komîteya Destûra Sûriyê de cih bigirin ku ew civîn bi sponsorî û çavdêriya Netewên Yekbûyî birêve diçin.

Serdana Linde bo Başûrê Kurdistanê

Herwiha Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde roja 22ê meha derbasbûyî jî serdana Başûrê Kurdistanê kiribû û li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hatibû pêşwazîkirin.

Di civînên li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serok Mesûd Barzanî de rola Pêşmerge û hêzên din ên Kurdî di têkbirina DAIŞê de bilind nirxandinû û piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û Kurdan dûpat kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst