Hewlêr (Rûdaw) - Dijîterora Herêma Kurdistanê ragihand ku li Şingalê di navbera YBŞ û hêzên Iraqê de şer derket û li gorê zanyariyên destpêkê tankeke hêzên Iraqê hatiye şewitandin 2 kes jî birîndar bûn.
Di dema şer û aloziyê de xwepêşanderan tankereke leşkerî şewitandin û di encama gulebaranê de 2 xwepêşander jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku piştî bûyerên ku endamên YBŞ’ê bi çekan tevlî bûne leşkerên Iraqê ji herêmê vekişiyane.
Piştî êrîşên esmanî yên di van rojên dawî de li dijî YBŞ'ê zêde bûne, "Rêveberiya Xweser" ku nêzî PKK'ê ye, duh daxuyaniyek da û tê de hişyarî da hemû sazî û rêxistinên girêdayî hikûmeta Iraqê û herwiha ofîsên saziyên navneteweyî ku dest ji karê xwe yên li wê derê berdin.
Piştî hişyariyê îro saziyên fermî nexebitîn.
“Rêveberiya Xweser” a navborî bi hinceta “Li Şengalê serweriya wê nîne” biryar dabû ku bêdengiya hikûmeta Iraqê ya li hemberî êrîşên esmanî protesto bike.
Di 7ê Kanûna 2021ê firokeyên bê pîlot ên Tirkiyê li bajarokê Xanesorê yê Şingalê di êrîşekê de otomobîlek kirin armanc û di encama de yek ji berpirsên leşkerî yên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Merwan Bedel Hacî ku di otomobîlê de bû canê xwe ji dest da.
Duh êvarê (11.12.2021) Balefirên şer ên Tirkiyê avahiya Meclîsa Rêveberiya Xweser a Xanesor li Şingalê bombebaran kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse