Tirkiyê platformên torên civakî ceza kirin

12-12-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê roja 1ê Cotmeha îsal Yasaya Medyaya Civakî kete warê cîbicîkirinê û li gorî wê yasayê pêwîst e kompaniyên medyaya civakî nûneran li Tirkiyê destnîşan bikin. Torên medyayê civakî yên weke Facebook, Instagram, Twitter, Periscope, YouTube, TikTok, Pinterest, LinkedIn û Dailymotion ji ber ju nûmeratiyên xwe li Tirkiyê venekirinê ji aliyê wî welatî ve hatin cezakirin.

Platformên ku heta niha nûner destnîşan nekirine, her yekê bi 30 milyon lîre ango 3 milyon û 816 hezar dolar hatine cezakirin.

Temamê kompanî û platformên ku li gorî yasaya nû, nûner û nûneratiyên xwe li Tirkiyê venekirine, roja 4ê Mijdarê her yekê bi 10 milyon lîreyan hatibûn cezakirin. Di vê çarçoveyê de Facebook, Instagram, Twitter, Periscope, YouTube, TikTok, Pinterest, LinkedIn û Dailymotion hatine cezakirin.

Li gorî zanyariyan, eger ev kompanî piştî cezayê diwemîn jî di nava 30 rojî de nûneratiyên xwe venekin wê êdî wergirtina reklaman li wan were qedexekirin.

Piştî vê jî ku helwesta wan nehate guhertin, dê belavbûna wan ji sedî 90 were tengavkirin.

Roja 1ê Cotmehê dema ku yasa kete warê cîbicîkirinê, Saziya Teknolojiyên Zanyarî heta 2ê Mijdarê dem danîbû pêşiya kompaniyan ji bo ku nûnerên xwe diyar bikin.

Facebookê eşkere kiribû ku ew dê li Tirkiyê nûner destnîşan neke. Kompaniya Rûsî, VK nûnerê xwe daniye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst