Hewlêr (Rûdaw) - Kirêçîtî li Rojhilatê Kurdistanê berî Coronayê jî her di rewşeke xirab de bû. Corona û givaşên aborî zêdetir rewşa bazara xanî û kirêdana wan xiste aloziyê. Bêtirî her kesekê jî kirêçî xistin bin givaşê ji ber ku buhayê kirêya xaniyan heta ji %100 zêde bûye.
Hemwelatiyekî Ciwanro jî amaje bi bêkariyê dike û dibêje, ti karek û dahatek nîne.
Di destpêka havîna îsal de, Navenda Rûbirûbûna Coronayê bi Serokatiya Hesen Rûhanî biryar da, zêdekirina kirêya xaniya ji 10 heya 15 ji sedî zêdetir nebe, lê ew biryar bi başî cîbicî nebû. Niha kirêçî dibêjin, nirxa kiriya xaniya ji %50 heya %100 zêde bûye.
Sedem jî ev e ku xwedî mal, li derveyî ofîsên kirêdana xaniyan, xaniyên xwe didin kirê, ji bo ku xwe ji her cezakirinekê vedizin.
Cewher Muradî, Xwediyê Nivîsingehê dibêje, ev yek jî dibe sedema zêdebûna kirêya xaniyan.
Zêdebûna kirêya xaniyan sedemeke koçberbûna xelkê berbi qerax bajaran e. Li gorî gotina berprisên xwecihî li parêzgehên rojhilatê Kurdistanê, îsal rêjeya rûniştvanên qerax bajaran û kirêçîtî di xaniyên kevin de, zêde bûye. Tenê li parêzgeha Kirmaşanê, bi berhevdan li gel sala derbasbûyî, rêjeya rûniştvanên qerax bajaran %35 zêde bûye.
Feramerz Mîr Ehmedî, Şarezayê Dadgehan di warê Xaniyan de, dibêje, “Zêdebûna buhayê mal, zevî û xaniyên kirê bûye pirsgirêkeke mezin li vî bajarê me.”
Kêşeya xanî li rojhilatê Kurdistanê jiyana kirêçiyan tehl kiriye. Psporên abûrî dinirxînin ku eger karkerek mehane 3 milyon tûmen dahat hebe, %87 ji bo kirê xanî, av û karebê ye. Divê bi %13ê din bijî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse