Galeriya wêneyan

13-12-2020
11 Photos
Rawçî Hesen

Rojane geştyar serdana Dêra Sant Hormizd a li nahiya Elqoş dikin ku dikeve deşta Neynewa li parêzgeha Mûsilê. Vê dêrê 365 derî hene.

Dêrên li nahiyeya Elqoş a li deşta Neynewa, jibilî cihên xwedaperestî û duakirinê, bûne cihên geştyarî û salane ji navxweyê Kurdistan, Iraq û heta ji welatên derve jî hejmareke zêde ya geştyaran serdana wan dêran dikin. Lêbelê îsal ji ber belavbûna vîrusa Coronayê, berawird bi salên berê, kêmtir geştyaran berê xwe dane wan cihên dîrokî.

Piraniya rûniştvanên Elqoşê Krîstiyan in, Dêra Sant Hormizd jî, yek ji navdartirîn dêran e li seranserê Iraqê. Her çiqas hejmareke zêde ya dêr û kenîseyan li devera Elqoş hene, lê taybetmendiya vê dêrê ciyawaz e û dîroka wê diçe heta sedsala 7emîn a zayînî.

Jibilî gora qeşe Hormizd, hejmareke zêde ya gorên qeşeyan li nav wê dêrê hene ku bi dirêjiya temenê xwe li wir bûne û li wir jî hatine veşartin.

Hinek ji geştyaran ji bo pêkanîna xewnên xwe diçin wê dêrê, beşek ji bo duakirinê û hinek jî tenê ji bo dîrok û cihê wê, serdana vê dêrê dikin.

Gilare Hemese'îd ku yek ji wan geştyaran e ji Rûdawê re ragihand ku ev yekem serdana wê ye bo wê navçeyê û ew kêfxweş e bi dîtina vê dêra dîrokî û ciyawaz.

Dêra Sant Hormizd, bi dûriya 3 kîlometre li ser çiyayê Elqoş dikeve başûr rojhilatê nahiyeya Elqoş. Dêr ji aliyê du paşayên Aşûrî ve hatiye avakirin.

Dîroka avakirina vê dêrê vedigere bo sala 640 a zayînî. Hinek çavkaniyên din dibêjin, dîroka avakirina wê digihije bo çerxa 7emîn a koçî.

Wêne: Rawçî Hesen/Rûdaw