KCD: Sedema krîzê tecrîda li ser Ocalan e

12-12-2019
RÛDAW
Nîşan KCD Abdullah Ocalan Roja Mafên Mirovan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ragihand ku “kiryarên ku li dijî mirov, jin, zarok û civaka ku li dergûşa mirovahiyê Mezopotamya yê dijîn tê kirin ne mimkûne bê qebûlkirin.” KCD herwiha dibêje sedema krîza li herêmê tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e.

KCD bi boneya hefteya Mafê Mirovan a Cîhanî peyamek belav kir û tê de ragihand ku “erdnîgariya Rojhilata Navîn ji bo dewlet û rejîmên antî-demokratîk cihê jiyanê ye û jiyana mafên bingehîn ên mirovan di bin talûkeyek mezin de ye.”

Di daxuyaniya KCDê de wiha hate gotin: “Kirinên ku li dijî mirov, jin, zarok û li gel wê li hemberî dîrok, erdnîgarî û civaka ku li dergûşa mirovahiyê Mezopotamya yê dijîn tê kirin ne mimkûne bê qebûlkirin.

Dema ku pergala hegomonîk ya Kapîtalîzmê dikeve serdema krîzê; şer, mirin û bi koçkirinan re mafên mirovan tên binpêkirin. Di vê çerçoveyê de di roj û hefteya Mafên Mirovan de ji civakên cûda bertek û nerazîbûnên ku tên, dide xwiyakirin ku rewşa heyî nayê berdawam kirin. Daxwaza gel ya azadiyê ku bi buhara Ereban dest pê kir, bi mîlyonan mirov daketin kolanan û asta ku têkoşîna gelê Kurd a sedsalan hatiyê, krîza heyî hêj kurtir dike û arasteyî çareseriyê dike.”

KCD dibêje sedema bingehîn a krîza heyî tecrîda ku li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e.

Di berdewamiya daxuyaniyê de te gotin: “Li Tirkiyê desthilatdariyê, bi hewla darbeya 15ê Tîrmehê şensê avakirina rejîmek li gorî dilê xwe bidest xist. Ji ber vê yekî mafên demokratîk ên herî kêm jî ji hêla desthilatdariyê ve ji holê hatine rakirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst