Keça Kurda Êzidî: Ez wê rojê mirim

12-12-2018
RÛDAW
Nîşan Şingal DAIŞ Êriş
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Sê keçên Kurdên Êzidî yên ji destê çekdarên rêxistina DAIŞê rizgar bûne, behsa çîrokên xwe yên biêş dikin.

 

Berî karesata DAIŞê ya ser bi Şingalê de, keça Kurda Êzidî Eyşe ligel malbata xwe ya qelebalix li Gundê Giz Uzerê yê Şingalê dima. Mala malbata Eyşe li nêzîk gund bû û baxçeyeke wan hebû.

 

Eyşe dibêje: “Di rojeke sahî ya meha  tebaxe de her tişt, ji nişka ve guherî. Li gund her kesî dest bi reve kir. Xebara nexweş zû deng veda û belav bû. Bi navê DAIŞê hêzeke çekdar dest bi êrişê kir.”

 

Eyşe ku temenê wê 25 salî ye, diyar kir ku wê berî navê wan kesên wêran dikir bihîstibû û got: “Min wê demê nedizanî DAIŞ çi ye.” Lê niha şopên li ser laş û giyanê wê diyar dike ku ew çi rêxistineke hov e.

 

Ji malbata Eyşe 33 kes hatine kuştin

 

Roja Eyşe behs dike 3yê Tebaxa 2014ê ye. Wê rojê DAIŞê êrîşî Şingal û gundên derdorê wê kir û komkujiyeke mezin pêk anî, bi hezaran Kurdên Êzidî revandin.

 

Her wê rojê ji bilî birayekî Eyşe bi temamiya endamên malbat û çend mirovên wan li mala wam hatibûn ba hev. Eyşe wiha behsa wê rojê kir: “Çekdar hatin gundê me û bavê min, birayên min, mamê min û zilamên din ligel xwe birin. Çekdaran ji malbata min 33 kes li meydana gund kuştin. Piştre em keç û jin kom kirin û ligel xwe birin.”


Destpêkê wan dibin navçeya Beacê ya dikeve rojavayê Mûsilê. Piştre jî wan dişînin Mûsilê. Eyşe destnîşan dike çekdaran ew nêzîkî mehekê li Mûsilê hiştine.

 

“Kirêtî derfetek bû”

 

Eyşe dibêje: “Dixwestin me bikin misilman. Nimêj li me dan kirin. Herwiha êrişên destdirêjiya seksê dest pê kiribûn. Di gotin ku şikir ji Xwedê bikin ku em we dikin misilman, gelek ji we wekî gawiran mirin.”

 

Bi gotina keça Kurda Êzidî her roja paştir e zêdetir rastî destdirêjiya seksê dihatin û herwiha lêdan jî zêdetir dibû.

 

Eyşe wiha behsa kiryarên çekdarên DAIŞê dike: “Carna çekdarên DAIŞê dihatin cem me û kesên bidilê xwe ji nav me hilbijartin û ligel xwe dibirin. Gelek caran keç û jinên bedew dibirin. Wê demê ji bo me kirêtî tiştek bêhemba bû. Her kesî dixwest kirêt be. Çimkî jin û zarokên keç ên delal zêdetir rastî destdirêjiya wan dihatin. Ew keç û jinên bedew wek pêşxwarinên emîrên DAIŞê dihatin bikaranîn.”

 

Rojekê çekdarekî Iraqî yê DAIŞê ji bo destvale venegere Eyşe ligel xwe dibe. Eyşe dide zanîn: “Nêzîkî 3 mehan ez li malekê girtim. Di rojên destpêkê de ez wekî cêrî bikar neanîm, lê rojên paştir kir. Her tim li hemberî min tund bû û jiyana min kir wek cehnemê. Piştre ez şandim girtîgehê. Çekdarekî DAIŞê hat ez ji girtîgehê derxistim got em dê te bibin herêma Meyadîn a Sûriyê.”

 

“Bi çend caran ez wekî kole û cariyê firotim”

 

Li Meyadînê jiyana Eyşe serobin dibe û her tim ew tê kirrîn û firotin û cihê wê te guhertin û ji bo wê li ser navê mirovahiyê pêvajoyeke şermdêr dest pê dike.

 

Derbarê jiyana xwe ya li Sûriyê de Eyşe wiha got: “Li Sûriyê ez firotim kesekî bi navê Ebu Ubeyd Sûrî. Piştre Ebu Xutab Iraqî ez ji xwe re birim. Piştre bi dorê Ebu Mechel Cizîrî, Ebu Rewan, Ebu Cîhad, Ebu Xalid, Ebu Mazin Siûdi, Ebu Salih, Ebu Ehmed ez kirrim. Kesekî bi navê Ebu Salih jî bi beramberî 15 hezar dolar ez firotim birayê xwe.”

 

Bi gotina Eyşe ev di vê heyamê de bo 15 rojan li ciheke keçên Kurdên Êzidî dihat firotin ma ye.

 

Derbarê wan rojan de jî Eyşe diyar kir ku ew tuşî lêdanê nebûye lê rojên wê yên herî biêş bûn û wiha domand: “Tenê wan 15 rojan li min nexistin, lê di heyama 3 sal di bidestiyê de ew rojên min ên herî dijwar û biêş bûn. Çimkî heroj hinek kes dihatin ji nav me hinek dibirin. Ev kesên dihat hemû ji ber daxwazên xwe yên cinsî dihatin. Piştre kesekî bi navê Endezyar tê naskirin Resûl Iraqî ez birim.”

 

Eyşe wiha behsa yek bûyera ku ew kêfxweş kiriye dike: “Dema ez difirotim kesekî, ez kêfxweş dibûm ku yên din dê destdirêjiyê li min nekin. Lê carna wisa nedibû. Tevî ku keç û jin bo yek kesî dihat firotin, lê bo çekdarên din jî bo seksê dihatin pêşkêşkirin.”

 

Geşta balafiran

 

Ew dibêje wê dixwest balafirên şer her tim li asmanan bifirin û ji bo wê yekê dia dikirin. Eyşe da zanîn ku qet nebe dema balafir li asmanan hebûya çekdar diketin nav tirsê û bi cilûbergên jinan direviyan û got:“Dema balafir dihatin ew gelek ditirsiyan. Çarşaf li xwe dikirin di nav xaniyan de direvîn. Lê ez qet ji balafira neditirsam. Min digot eger ew mala ez lê dimam bombebaran bikin ez dê ji wê jiyan û rewşa xirab xilas bibim.”

 

Piştî sê salan Eyşe dizane ku ji malbata wê tenê birayekî wê sax ma ye û bi wî re dikeve peywendiyê:

 

“Min bi rêya telefonê peywendî bi biraya xwe re danî û min jê re got ez li Reqayê me û min rizgar bike. Min herwiha jê re got ku rêya rizgarkirina min tenê hûn bikarin min bikirrin e.”

 

Birayê Eyşe jî wê yekê dike û wê ji Reqayê dibe, lê piştî karesata DAIŞê tenê êşa wan mabû wek paşmaye û tiştek din nemabû. Ev êş her li ser rûyê Eyşe diyar dibû.

 

“Hovitî taybetmendiya wan bû”

 

Hîtam dema ji aliyê DAIŞê ve hatî revandin ew zarokek 14 salî bû. Dema çekdarên rêxistina DAIŞê ber bi Şingalê ve tên, Hîtam jî ligel malbata xwe ber bi Çiyayê Şingalê ve direvin, lê hêj serde Çiyayê Şingalê nebûyî ji aliyê çekdaran ve tê girtin.

 

Keça Kurda Êzidî Hîtam wiha behsa wê rojê kir: “Dema em gihîştin Çiyayê Şingalê min ji xwe re got temam vê care em rizgar bûn, lê sere sibê saet derdora 04.00ê me dît ku em ji aliyê wan ve hatine dorpêçkirin.”

 

Wê jî wek Eyşe destpêkê dibin Mûsilê û bi zorê nimejan lêdin kirin. Piştre wê li gel karwaneke DAIŞê dişînin Sûrî.

 

Hîtam behsa zilma çekdarên DAIŞê dike: “Hovitî taybetmendiya wan bû. Min her tim ji hevalên xwe re digot ku xwe nexwestînin, hûn çi bikin û çi bibêjin ew dê zilmê li me bikin. Carna li ser xwarinê êriş û destdirêjiya me dikirin. 5 mehên me wiha derbas bûn.”

 

“Du canî nemînin”

 

Bi gotina Hîtam li wê mala ku dima berê wê jî çend keçên Kurdên Êzidî hatine kirrin û firotin. Hîtam di destpêkê de bo “emîrekî DAIŞê” tê firotin.

 

Hîtam got: “Emîr ferman yekser ji waliyên DAIŞê werdigirtin û çend kes jêr desthilatdara wan bû. Jiyana wan li gor ên din hinek din taybet bû. Keçên nezewicî berî herkesî bo wan dihatin pêşkeşkirin. Piştre wan jî ew difirotin hinek kesên din.”

 

Li Reqayê ku wek paytexta DAIŞê hatibû ragihandin, di heman demê de çend emîrên DAIŞê diman. Lewma piraniya keçên hatîn revandin bo Reqayê dihatin şandin.

 

Hîtam diyar kir ku berpirsê yekem ew standî piştî demekê wê “wek diyarî pêşkeşî” çekdarekî ji rêzê dike û got: “Ev yek ji bo wan xelatek û diyariyeke girîng bû. Wî emîrî ez pêşkeşî kesekî zewicî kirim. Wî her tim bi dar û xortûmê li min dixist. Dema nêzîkî min dibû vê care hevjîna wî aciz dibû û piştî wî hevjîna wî êrişî min dikir.”

 

Hîtamê piştî wî çekdarî, didin kesekî din. Hersê çekdar  ew standî, jê re dibêjin: “Bila haya te ji te hebe, ducanî nemîme.”

 

“Ez di 3yê Tebaxa 2014ê de mirim”

 

Yek ji şahîdên hovitiyên çekdarê DAIŞê CT got “ez di rastiyê de 3yê Tebaxa 2014ê de mirim” û wiha pê de çû: “Ez xelka Şingalê me. Em destpêkê birin Mûsilê. Fermana kuştina me ji aliyê Ebûbekir Bexdadî ve hatibû ragihandin, lê mercek wan hebû daku me nekujin. Ew jî em bibin misilman. Min jî ew yek kir.”

 

Roja ewil CTê didin çekdarekî DAIŞê yê Tirkmenê Tileferê. Bi gotina CTê kînekî dijwar a çekdarên li hemberî Kurdên Êzidî heye. Wê jî wekî gelek keç û jinên Kurdên Êzidî dişînin Sûriyê li wê derê jî didin çekdarekî Alman.

 

CT wiha behsa wî çekdarî Alman dike: “Kesekî gelek bêsebir û hers bû. Wî bi rêya internetê peywendî bi rêxistina DAIŞê re danibû. Wî navê kiribû Ebu Salih.”

 

“Hûn xemîmeta şer in”

 

Li gor gotinên keça Kurda Êzidî çekdarê Alman kiryarên hovane li hemberî wê dikir, lê wê dîsa jî pirsek di serê wê de hû pirsiye: “Li vê derê keçên ji olên din jî hene. Çima di nav wan de hûn tenê keç û jinên Êzidî wek kole û cariyê bikar tînin? Jinên mesihî yên bedewtir hene hûn çima wan ji xwe re nastînin?”

 

Ebu Salih jî wiha bersiv daye: “Hûn gawir in. Jin û keçên gawir di şer de dibin xenîmetên şerî. Ew dibin kole û cariye.Lê jin û keçên musewî û mesihî dikarin cizyê bidin û xwe xilas bikin.”

 

Dema ku CT ji Ebu Salih dipirse: “Erê baş e, ma ev helwesteke dadmendî ye?” Çekdarê DAIŞê jî hêrs dibe û dibêje: “Tu dê me ferî dadmendiyê bikî! Di demeke nêzîk de tu dê bibînî çi dibe. Xelîfetî dê di demeke nêzîk de Romayê jî vegire û keçên Romayê dê bêne vir. Piştî Romayê, Çîn welatên din jî vê dadmendiyê bibînin.”

 

CT dibêje heta ku ew sax be dê roja destpêkê ya revandina xwe ji bîr neke. CT da zanîn ku rojeke piştî ku çekdarekî îşkence û destdirêjiya seksê lêdike jê re dibêje “here xwe paqij bike û mala min qirej neke” wê demê ew dixwaze canê xwe ji dest bide.

 

Herwiha CT got ku wê di heyama bindestiyê de ti caran hezkirin û dilovanî nedît.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst