Li Agiriyê serwîsa mamosteyan û otomobîlek li hev ketin: 23 birîndar

12-12-2018
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Agirî Qeza
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Pakweran a Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê minîbusa serwîsa mamosteyan û otomobîlek li hev ketin û di encamê del 23 kes birîndar bûn.

 

Minîbusa bi plaqeya 06 GF 3693 ku Ozkan Tekîn diajot û mamosteyan ji navenda Pakweran dibir gundê Toprakkaleyê û otomobîla bi plaqeya 04 AE 525 ku Ercan Yildiz diajot û ji gundê Mollasuleyman diçû navçeyê li ser rêya gund li hev ketin.




Li gor agahiyên berdest di qezayê de 23 kes birîndar bûn.


Bi alîkariya welatiyan û ambulansên çûn ciyê qezayê kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pakweranê.


Piştî midaxeleyê destpêkê 3 birîndarên giran şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Agirî.



 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst