ENKS: Em projeya Îtilafê ya li ser rojhilatê Feratê qebûl nakin

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser mijara êrîşa Tirkiyê û projeya îtilafa opozisyona Sûriyê, ENKSê ragihand ku ew vê projeyê bi tundî şermezar dikin û qebûl nakin îtilaf Rojavayê Kurdistanê kontrol bike yan jî Tirkiyê derbasî herêmên Kobanî û Cezîrê bibe.

 

Mijara rojhilatê Ferat û Dêre Zorê careke din ketiye rojevê. Li gorî hinek çavkaniyên ser bi opozisyona Sûriyê, Îtilafa Niştimanî ya Opozisyonê, li Stenbolê mijara bicihkirina desthilata xwe li wan navçeyan gotûbêj kiriye. Di nav de jî behsa dûrxistina hêzên HSDê ji wan navçeyan hatiye kirin, ku li şûna HSDê hêzên çekdar ên Mertala Feratê bêne bicihkirin.

 

Derbarê vê mijarê de aliyên Kurdî, li Rojavayê Kurdistanê nerînên xwe nîşan didin.

 

Serkirdeyekî Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ku beşek ji Îtilafê ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere dike ku haya ENKSê ji projeyeke wiha tine ye, herwiha tekez dike ku eger hat û projeyeke wiha ji aliyê Îtilafê ve bê diyarkirin, ew ê helwesteke tund li dijî wê bigirin.

 

Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Ehmed Icê diyar kir ku "li gor zanyariyên me tiştekî wisa heta niha di Civata Desteya Giştî ya Koalîsyonê de ku berî mehekê li dar ketibû, tiştekî wisa ne weke mijar ne jî weke biryar nehat behskirin. Lê eger endamek ji koalîsyona Sûriyê ji xwe re hêvî dike yan jî xewnan dibîne mijareke din e. Lê eger hat û biryarek wisa hat girtin di hundirê koalîsyonê de em weke encûmen ku beşeke ji wê ne, bêguman encûmen û kutla me di hundirê koalîsyonê de helwesteke hişk û tund nîşan bide.”

 

Li aliyekî din, serkirdeyê partiyeke Hevbendiya Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, dibîne ku projeyeke hevbeş di navbera Îtilafa Opozisyonê û Tirkiyê de tê amadekirin, ku derbarê Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Ferat e, lê ew serkirde tekez dike ku projeyên wiha serkeftinê nabînin.

 

Serkirdeyê Hevbendiya Niştimanî Nesredîn Ibrahîm destnîşan dike, projeya ku Îtilaf di metbexa Tirkiyê de bi hev re amade dikin, ji bo Rojava û rojhilatê Feratê, ne mimkun e çêbe, dibe ku dewreyiyên leşkerî yên hevbeş ên Amerîka û Tirkiyê dibe ku li deverên din jî çêbin û nuqteyên leşkerî yên çavdêriyê yên li ser sînorê Sûriye û Tirkiyê weke hezrekê ye ji bo parastina vê deverê.

 

Bicihkirina hêzên opozisyonê, li Rojhilatê Ferat, bi piştgiriya Tirkiyê, ne mijareke nû ye, lê her carê ev mijar ji aliyê hikûmeta wî welatî, yan ji aliyê opozisyonê ve tê nûkirin. Ev yek jî bandoreke nerênî li ser aramiya wan navçeyan dirust dike, ku li jêr desthilata Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ne û piştgiriya wan ji aliyê Amerîkayê ve tê kirin, bi awayekî ku heta niha, hebûna Amerîka astengiyê li pêş projeyên wiha dirust dike, weke ku hinek aliyên siyasî dibînin.