Beşar Emîn: PYDê hincet xistin destê Tirkiyê

12-12-2018
RÛDAW
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Beşar Emîn
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Beşar Emîn
Nîşan Beşar Emîn PYD Tirkiye PDK-S
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Beşar Emîn ragihand ku ji ber hebûna hêzên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê, ew texmîn nakin daxwaza Tirkiyê pêk were.

 

Beşar Emîn ji Rûdawê re eşkere kir ku PYDê gelek hincet xistine destê hikûmeta Tirkiyê û li dijî Rojavayê Kurdistanê rê ji gefên Tirkiyê re da.

 

Emîn herwih diyar kir, ew bawer nakin ku tiştê bi ser Efrînê de hat, bi serê Kobanî û Cezîrê de jî were.

 

Endamê Polîtburoya PDK-Sê Beşar Emîn got ku gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên van rojan, xuya dike ku dê cidî bin, gefên ku dixwe jî ne bêyî Amerîkayê bin.

 

Beşar Emîn destnîşan kir ku divê PYDê helwesteke erênîtir nîşan bida û hincet nexistina destê Tirkiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst