Endamên din ên Lêvegera Siyasî vê hefteyê tên destnîşankirin

 

Qamişlo (Rûdaw) – Hat zanîn ku 6 endamên din ên Lêvegera Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê dê hefteya bê bên destnîşankirin.

 

Lêvegera Siyasî ya ku ji aliyê TEV-DEM û ENKSê ve hatiye avakirin, ji 30 kesî pêk tê. heta niha 24 endamên wê hatine destnîşankirin lê 6 endam mane.

 

24 endamên Lêvegera Siyasî, duh yekemîn civîna xwe li bajarê Qamişlo li dar xistin.

 

Piştî civînê daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin ku di civînê de biryar hat standin ku deriyê namzediyê li pêşiya hemû hêz û tevgerên kurdî yên siyasî û civakî û hemû kesên ku dikarin berpirsyartiya karê Lêvegerê bigirin ser xwe, bê vekirin.

 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo pêşwazîkirina daxwaznameyên kes û hêzên ku xwe namzed bikin, komîteyek hatiye avakrin, komîteyê jî karê xwe ji duh de des pê kiriye û dê heta 15 vê mehê daxwaznameyan werbigire.

 

Lêvegera Siyasî her wiha diyar kir ku roja 16 vê mehê dê şeş endamên din bên hilbijartin û ji bo çavdêriya wê hilbijartinê jî komîteyeke serbixwe hat avakrin.

 

Her wiha di cvînê de hat xwestin ku bendên Rêkeftina Dihokê bilez bên bicîkirin.