Domîz Idol li Başûrê Kurdistanê

Dihok (Rûdaw)- Penaberên Rojavayê Kurdistanê li Kampa Domîzê ya nêzîkî Dihokê, pêşbirkek bo destnîşankirina xort û zarokên ku deng xweş lidar xistine.

Wan penaberan navê pêşbirka xwe kirine Domîz Idol û dê kesk ji nav wan beşdarbûyan serbikeve.

Di pêşbirkê de 37 keç û xort û zarok tê de beşdarbûne û 15 rojan dê berdewam be.