Li Agirî û Xarpetê qeza: 9 kes birîndar bûn

12-11-2024
RÛDAW
Nîşan Agirî Xarpet Vakurê Kurdistanê Qezaya trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Xarpet û Agiriyê yên Bakurê Kuristanê di 2 bûyerên trafîkê de 9 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan li ser rêya sereke ya Agirî û navçeya wê Xamûrê 2 otomobîl li hev qelibîn.

Di bûyerê de şofêrên her du otomobîlan û kesekî din birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman her sê kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Agiriyê.

Li aliyê din heman rojê de li ser rêya sereke ya Xarpet û navçeya wê Baskîlê jî otobuseke giştî ya nava bajêr û barhilgirek li hev qelibîn.

Di wê bûyerê de jî 6 kesên di otobusê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşaneyên bajêr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst