Li Siwêregê karkerek ji qata 5an ket û mir

12-11-2024
RÛDAW
Nîşan Siwêreg Karker Mirina Karkeran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, karkerê ku ji avahiyê ket valahiya dereceyan mir.

Li taxa Ayvanatê ya Siwêregê, karkerê bi navê Cevdet Alî yê 40 salî ji qata 5an a avahiya ku lê dixebitî ket valahiya dereceyan û li cihê bûyerê mir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman termê Cevdet Alî ji bo karên otopsiyê bir morga Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Li gorî amarên Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Çiriya Pêşîn 164 karker li ser mirine.

Her wiha di 10 mehên sala 2024an de herî kêm hezar û 540 karker mirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir