Li Amedê xwaringeheke din a gel hat vekirin: 4 cûre xwarin bi 70 lîreyî ne
Amed (Rûdaw) – Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, şaxê duyemîn a Xwaringeha Gel vekir ku xwarinên erzan, paqij û pêbawer pêşkêşî xelkê dike.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 29ê Tebaxê li Kolana Hunerê Xwaringeha Gel vekiribû, vê carê yekê din li Cadeya Emekê ya Rezanê vekir.
Li Xwaringeha Gel 4 cûre xwarin bi 70 lîreyî tên firotin.
Hevşaredarên bajêr da zanîn ku ji bo vekirina çend xwaringehên din jî xebatên wan berdewam dikin da ku welatî bi erzanî karibin xwarinê bixwin.
“Em dixwazin xizmetên xwe berfireh bikin”
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê got:
“Helbet em dixwazin berdewamiya xizmetên xwe yên bi vî rengî mezin bikin û bi pêş bixin.
Me soza vê yekê beriya hilbijartinên 31 Adarê dabû.”
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun jî bi boneya roja ewil li xwaringehê bûn û cilên aşpêjiyê li xwe kirin û xwarin li xelkê belav kirin.
“Ji 1200 kesî re xwarin derdikeve”
Dogan Hatun jî got:
“Me li Ofîsê ya yekem vekir ku li wê derê rojê ji bo 100 kesî xwarin derdikeve.
Ev jî ya duyemîn e û dê ji hezar û 200 kesî re xwarinê derxe.
Em dê ya sêyemîn jî vekin. Li bajarê me lêkolînên me berdewam dikin, şaredarên me yên navçeyan jî lêkolînan dikin.
Eger pêwîst bike û esnafên me jî mexdûr nebin em dê karibin li wan deran jî vekin.”
Xwaringeha Gel dê her roj ji saet 12ê nîvro heta 7 êvarê vekirî be û rojane hezar û 200 kes dê karibin ji wî xwaringehê xwarinê bixwin.
“Em dixwazin zêdetir bibin”
Xelkê Amedê Mehmet Salih Yilmaz got, “Pir rind e pir xweşik e, em dixwazin zêde jî bibe.”
Niştecihê Amedê Murat Altun jî got, “Îro em diçin li derva tostekê dixwin 80 lîre ye lê li vê derê çar cûre xwarin bi 70 lîreyî ye, ev pir baş e. Em dixwazin zêdetir bibin.”
Şêniyekî din ê bajar jî got, “Baweriya me heye ku ev xizmet dê dewam bike. Xelk layîqî vê xizmetê ye.”
Şeniya Amedê Fatma Oruçê jî derbarê xwarinan got:
“Xwarin xweş in. Dema bi deste mirov ket divê mirov bide ser serê xwe. Wexta tune be jî mirov her îşî dike.”
Salih Akbudakê jî got, “Mehek du mehan carekê yan em diçin xwaringehan an jî naçin.
Em nikarin debar zehmet bûye. Eger bi malbatî em herin hezar, du hezar diçe lê li vê derê tu bi malbatî werî 300-400 lîre diçe.”