Rojhilatê Kurdistanê: 'Rêjeya herî kêm a jidayîkbûnê li Îlamê ye'

12-11-2024
Nalîn Hesen
Xalid Tewekulî û Nalîn Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Xalid Tewekulî û Nalîn Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Rêjeya Jidayîkbûnê Îlam Nifûs Xalid Tewekulî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lêkoler Xalid Tewekulî da zanîn ku li Rojhilatê Kurdistanê rêjeya herî kêm a jidayîkbûnê li Îlamê ye.

Îran di nava gelek pirsgirêkên aborî û siyasî de rûbirûyî kêmbûna rêjeya jiyayîkbûnê ye jî.

Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Elî Reza Reîsî ragihandibû ku heta 100 salên din kes li Îranê namîne.

Elî Reza Reîsî li Tehrana paytexta Îranê di semînerekê de gotibû ku dê heta 20 salên din rêjeya jidayîkbûnê bibe sifir.

Li gorî gotina Reîsî, eger li Îranê rewş wiha berdewam bike dê sala 2124an nifûsa Îranê bibe sifir.

Helbet heman pirsgirêk li Rojhilatê Kurdistanê jî heye û li rojhilatê welêt jî rêjeyên jidayîkbûnê kêm dibin.

Lêkoler Xalid Tewekulî bû mêhvanê Nûrojê û pirsên Pêşkêşkara Rûdawê Nalîn Hesenê bersivandin.

Xalid Tewekulî diyar kir ku li Rojhilatê Kurdistanê rêjeya herî kêm ya jidayîkbûnê li parêzgeha Îlamê ye.

Li gorî agahiyên ku Tewekulî dane, eger li Îlamê rewş bi heman awayî bimîne dê heta 10 salan nifûsa bajêr kêm bibe.

Tewekulî amaje pê kir ku li parêzgehên Sine û Kirmaşanê rêjeyên ji dayîkbûnê li gorî Îlamê baştir in.

Xalid Tewekulî destnîşan kir ku li Îranê jî rêjeyên herî kêm ên jidayîkbûnê li Geylan, Erdebîl û Hemedanê ne çimkî gelek kes ji wan deran koç dikin.

Li gorî Tewekulî, “hejarî, zêdebûna temenê zewacê, koç û xwesteka jinan a serbixwebûnê” hinek sedemên kêmbûna rêjeya jidayîkbûnê ne.

Lêkolerê Kurd daxuyand ku gelek malbat nikarin pêdiviyên du yan jî sê zarokan peyda bikin.

Xalid Tewekulî ragihand, Hikûmeta Îranê ji malbatan dixwaze ku zêdetir zarokan çêbikin lê ji bo dema piştî çêbûna zarokan bernameyeke hikûmetê nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir