AMED - Li Pîranê qedexe hat ragihandin
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Pîranê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, 2 herêmên cuda 8 rojan wekî “herêma ewlehiyê ya taybet a demkî” hatin ragihandin û çûn û hatina wan herêman li xelkê hat qedexekirin.
Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi hincetên ewlehiyê û operasyonan berdewam qedexe tên ragihandin.
Parêzgariya Amedê ragihand, bi armanca “ewlehiya neteweyî, rêkxistina raya giştî û dabînkirina aramiyê, rêlibergirtina tawanan û parastina maf û azadiyên kesên din” li herêmên Pirêjiman û Çiyayê Gorsê ku li sînorê gundên Şingirika Jor in, ji 13ê Çiriya Paşîn heta 20ê Çiriya Paşîn qedexe hatiye ragihandin.
Parêzgariryê ji xelkê xwest ku ji bo ewlehiya can û malê xwe bê destûr neçin wan herêman.
Parêzgariya Amedê her wiha da zanîn, kesên ku vê biryarê bin pê bikin dê bên cezakirin.