Şaredariya Amedê tayînkirina qeyûman şermezar kir: ‘Qeyûm talan e’

12-11-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Şaredariya Amedê tayînkirina qeyûman şermezar kir / Wêne: Rûdaw
Şaredariya Amedê tayînkirina qeyûman şermezar kir / Wêne: Rûdaw
Nîşan Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Qeyûm Protesto Civîna Meclisa Şaredariyê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo şermezarkirina danîna qeyûman civîna meclisê li derve bi beşdariya xelkê pêk anî.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên Elih, Mêrdîn û Xelfetiyê şermezar kir û civîna meclisa xwe li derve li dar xist.

Civînê bi xwendina navên endaman û bi rojeveke 52 xalî dest pê kir.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Sera Bucak û Dogan Hatun jî di dîwanê de cih girt.

Di civînê de li hemberî danîna qeyûman nerazîbûn hebû.

“Gava dikevin tengasiyê rêbazên wekî qeyûman bi kar tînin”

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun got:

“Mixabin gava dikevin tengasiyê, gava ji pirsgirêkan re çareseriyê nabînin rê û rêbazên wekî qeyûman bi kar tînin û aloziyên xirab di nava gelan de çêdikin.

Me pariyekî jî xwest em vê rastiyê teşîr bikin. Madem ku îradeya gel em anîne vê derê, dema me kêmasiyek kir, bila gel me ji kar bigire.”

Di civîna meclisê de mijarên îmarê, pirsgirêkên avê, dayîna alîkariyê ya ji bo xwendekarên Amedî jî yek bi yek wekî biryar hatin girtin.

Hem endamên meclisê û hem jî welatiyan derbarê pirsgirêkan û çareserkirina wan de nêrînên xwe vegotin.

“Qeyûm talan e”

Niştecihê Amedê Zekî Bayram got:

“Qeyûm ji xwe dizî ye, talan e. Îradeya gelê me ji destê wan distîne. Em vê qebûl nakin.

Em bi şaredariyên xwe re ne. Em dibêjin em dê her tim bi hev re bin û piştgiriyê bidin hev.”

“Qeyûm bê îstiqrariyê çêdike”

Xelkê Amedê Mazlum Etgul jî got, “Ev bû sê caran qeyûman datînin. Îradeya gel dişikînin.

Em qebûl nakin. Bi rastî qeyûm bê îstiqrariyê çêdike. Em naxwazin qeyûm bê danîn.”

Cara yekemîn e ku Şaredariya Amedê civîna xwe ya meclisê li derve li dar dixe.

Hefteya borî jî Şaredariya Navçeya Rezanê ya Amedê civîna xwe ya meclise li derve kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst