Nêçîrvan Barzanî li Azerbeycanê bi serkirdeyên çend welatên cîhanê re civiya

12-11-2024
RÛDAW
Niyaz Salih \ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Niyaz Salih \ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan COP29 Baku Azerbeycan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Niyaz Salih
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê li COP29ê bi serkirdeyên çend welatên cîhanê re civiya.

Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) li Bakuya paytexta Azerbeycanê tê lidarxistin.

Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev doh çû Bakuyê.

Nêçîrvan Barzanî îro li cihê konferansê ji aliyê Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev ve hat pêşwazîkirin.

Li Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) Nêçîrvan Barzanî bi gelek berpirsên cîhanê re jî civiya.

Çend serkirdeyên ku Nêçîrvan Barzanî bi wan re civiyaye ev in: Serokwezîrê Brîtanyayê Kier Stammer, Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayed El Nahyan, Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û çend serkirdeyên din ên cîhanê.

Berpirsê Pêwendiyên Navneteweyî û Dîplomasiya Serokatiya Herêma Kurdistanê Niyaz Salih li ser dîplomasiya Nêçîrvan Barzanî ya li COP29ê ji Pêşkêşkarê Rûdawê Sengar Ebdulrehman re axivî.

Niyaz Salih diyar kir ku beşdariya Nêçîrvan Barzanî ya Lûtkeya COP29ê ji bo pêşkêşkirina nêrîna Kurdistanê ya li ser jîngehê gelekî girîng bû.

Niyaz Salih da zanîn ku di civînan de çend mijarên girîng ên jîngehê û pêşhatên herêmê hatin gotûbêjkirin ku ew civîn û danûstandin kêrhatî û girîng bûn.

Nêçîrvan Barzanî Serokê FIFAyê vexwend Herêma Kurdistanê.

Niyaz Salih behsa civîna Gianni Infantino û Nêçîrvan Barzanî jî kir û got:

"Serokê Herêma Kurdistanê ji Serokê FIFAyê re ragihand ku xelkê Îraq û Herêma Kurdistanê hezkiriyên werzişê û bi taybetî hezkiriyên futbolê ne.

Wî Serokê FIFAyê vexwend Herêma Kurdistanê û jê xwest ku Herêma Kurdistanê ziyaret bike û di warê futbolê de alîkariyê bike.”

“Îraq nikare pirsgirêkên jîngehê çareser bike”

Niyaz Salih di berdewamiya axaftina xwe de behsa bandora guherîna avhewayê ya li Îraq û Herêma Kurdistanê jî kir û anî ziman:

"Ev konferans konferanseke Neteweyên Yekbûyî ye û cara yekem sala 1995an li Berlînê dest pê kir.

Konferans her sal li ser mijareke ku ti sînoran nas nake tê lidarxistin.

Di konferansê de rewşa hewayê ya welatekî nayê behskirin û armanca wê ew nîne ku welatek ji bandora guherîna avhewayê were parastin.

Hin welat bê guman bêhtir di bin bandora guherîna avhewayê de dimînin.  

Wekî mînak Îraq yek ji wan 5 welatan e ku herî zêde bandora guherîna avhewayê li ser heye.

Li gorî Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî 200 hezar kes ji ber guherîna avhewayê li hundirê Îraqê koçber bûne.

Mixabin Îraq dîsa di warê qirêjiya avhewayê de li pêş e.

Hevkarî û piştgiriya herêmî û navneteweyî jî girîng e.

Îraq wekî dewlet nikare van pirsgirêkan çareser bike, pirsgirêkên wekî çolbûn, kêmbûna avê û germbûna gerdûnê.

Pêwîstî bi hevkariya herêmî û navneteweyî heye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst