22yemîn Danûstandinên Astanayê: Gef li Rojavayê Kurdistanê hatin xwarin

12-11-2024
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Dîmenê Salona Danûstandinê \ Wêne û vîdeo; Rûdaw
Dîmenê Salona Danûstandinê \ Wêne û vîdeo; Rûdaw
Nîşan Danûstandinên Astanayê Şerê Navxwe yê Sûriyeyê Astana Qazaxistan Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îran Tirkiye Rûsya
A+ A-

Astana (Rûdaw) –  Gera 22yemîn a Danûstandinên Astanayê bi dawî bûn û di encamnameyê de hat diyarkirin ku Rêveberiya Xweser projeyeke "metirsîdar û cihêkar" e.

Rojeva serekî ya 22yemîn Danûstandinên Astanayê gefên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê bûn.

Li Astanayê ji bo nîqaşkirina bipêşketinên li Sûriyeyê yên di warê siyasî, ewlehî û mirovî de gera 22yan a Danûstandinên Astanayê bi beşdariya dewletên garantor (Rûsya, Îran û Tirkiye) bi dawî bû.

11 şande ji bo beşdariya gerê doh û îro li Astanaya paytexta Qazaxistanê gotûbêj kirin.

Di dawiya gera 22yemîn de encamnameya wê hat belavkirin.

Hat eşkerekirin ku hikûmet û muxalefetê li ser 24 xalan li hev kiriye.

“Rêveberiya Xweser ewlehiya welatên cîran dixe metirsiyê”

Dîsa wekî civînên berê yên Astanayê projeya Rêveberiya Xweser wekî projeyeke "metirsîdar û cihêkar" hat binavkirin.

Di encamnameyê de hat îdiakirin ku Rêveberiya Xweser ewlehiya welatên cîran dixe metirsiyê.

Di beşeke din a encamnameyê de behsa îhtimala operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê jî hat kirin.

Serokê Şandeya Mixalefeta Sûriyeyê Ehmed Toma diyar kir ku ew dê piştgiriyê bidin operasyona Tirkiyeyê.

Li aliyê din, Rûsya jî tekez dike ku ew dê ti carî rê nedin ku Tirkiye careke din li nav axa Sûriyeyê operasyoneke leşkerî bike.

Serokkomarê Tirkiyeyê beriya destpêkirina Danûstandinên Astanayê ragihandibû ku Tirkiye ji bo avakirina herêmeke tampon a 30-40 kîlometreyan rijd e.

Helwestên şandeyên Astaneyê li ser îhtimala operasyona Tirkiyeyê berovajî hev bûn.

“Em piştgiriyê didin operasyona Tirkiyeyê”

Ehmed Toma li ser gera 22yan a Danûstandinên Astanayê got:

“Em dê piştgiriyê bidin operasyonê ku ew biryarên xwe ji Qendîlê distînin.

Heger operasyonek li Bakurê Firatê were kirin em dê piştgiriyê bidin wê operasyonê.

Me hêvî dikir ku ew hişyar bûna.”

Şêwirmendê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Elî Esxer Hacî jî li ser danûstandinan û îhtimala operasyonê anî ziman:

"Me di civînan de behsa gotinên Birêz Erdogan nekir, me behsa wê yekê kir ku divê hevdîtinên Sûriye û Tirkiyeyê dest pê bikin.

Divê her du alî dest bi hevdîtinan bikin, vegerin rêkeftinên berê û pirsgirêkên ewlehiyê yên li ser sînorên xwe çareser bikin."

“Em operasyona Tirkiyeyê qebûl nakin”

Divê were gotin ku bersiva şandeya Rûsyayê ya li ser gefên Tirkiyeyê pir zelal bû.

Nûnerê Serokê Rûsyayê yê Karûbarên Sûriyeyê Aleksandr Lavrentyev jî da zanîn:

“Ez eşkere dikim ku helwesta me, helwesta Federasyona Rûsyayê li ser operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê ew e ku em vî karî qebûl nakin. 

Me çend caran ragihandiye ku operasyonên leşkerî û ragihandina heremên tampon, pirsgirêkan çareser nakin.

Belkî rewşê aloztir dikin. Bi raya min, daxuyaniya Erdogan tê wateya amadehiya operasyoneke wiha.

Ev nayê wê wateyê ku hema di demeke nêzîk de dê operasyon dest pê dike.

Ew behsa îhtimala operasyoneke wiha dike ku di paşerojê de pêk were.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst