Nêçîrvan Barzanî, Serokê FIFAyê vexwend Herêma Kurdistanê

12-11-2024
RÛDAW
Nîşan COP29 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Gianni Infantino Baku Azerbeycan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê FIFAyê Gianni Infantino vexwend Herêma Kurdistanê.

Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) li Bakuya paytexta Azerbeycanê tê lidarxistin.

Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev doh çû Bakuyê.

Nêçîrvan Barzanî îro li cihê konferansê ji aliyê Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev ve hat pêşwazîkirin.

Di çarçoveya COP29ê de Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Federasyona Navneteweyî ya Futbolê (FIFA) Gianni Infantino re civiya.

Pêşkêşkarê Rûdawê Senger Ebdulrehman diyar kir ku di civînê de Nêçîrvan Barzanî, Gianni Infantino vexwend Herêma Kurdistanê.

Li gorî zanyariyên Senger Ebdulrehman Gianni Infantino spasiya Nêçîrvan Barzanî kiriye û diyar kiriye ku dê li ser wê dawetê bifikire.

Li Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) Nêçîrvan Barzanî bi gelek berpirsên cîhanê re jî civiya.

Çend serkirdeyên ku Nêçîrvan Barzanî bi wan re civiyaye ev in: Serokwezîrê Brîtanyayê Kier Stammer, Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayed El Nahyan, Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û çend serkirdeyên din ên cîhanê.

Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) îro dest pê kir û dê heta 22yê Çiriya Paşîn bidome.

Tê çaverêkirin ku Nêçîrvan Barzanî heta 15ê mehê li konferansê be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst