Teqîna li Hesekê: Asayîşê daxuyanî da

12-11-2024
Nîşan Teqîn Hesekê Asayîş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Asayîşa Rojavayê Kurdistanê li ser teqîna li Hesekê daxuyanî da.

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê doh saet 23:00yan teqînek çêbû.

Hat zanîn ku otomobîlek li nêzîkî Dibistana Wehde Erebiyeyê ya li taxa Salihiyeyê teqiyaye.

Li gorî daxuyaniya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê, teqîn li nêzîkî Mala Birîndarên Şer çêbûye.

Asayîşê da zanîn ku bombeyek li nava otomobîlê hatiye danîn û ji dûr ve hatiye teqandin.

“3 endamên HSDyê şehîd ketin”

Asayîşê da zanîn ku di vê êrişê de 3 endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) şehîd ketine.

Amaje pê hat kirin ku 2 ji wan birîndarên şerê bi DAIŞê re ne û yek ji wan jî ajokarê otomobîlê ye.

Asayîşê diyar kir ku dê hêzên wan vê çalakiya terorê bi awayekî bibiryar bişopînin û failan diyar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst