Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hesekê otomobîlek teqiya û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan, li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê doh saet 23:00yan teqînek çêbû.
Hat zanîn ku otomobîlek li nêzîkî Dibistana Wehde Erebiyeyê ya li taxa Salihiyeyê teqiya.
Di encama teqînê de 2 kesan canê xwe ji dest da û kesekî din jî bi dijwarî birîndar bû.
Heta niha li ser teqînê ti daxuyaniyên fermî nehatine dayîn lê ji dîmenên ku belav bûne xuya dibe ku agir bi otomobîlê ketiye û hewla vemirandina agir tê dayîn.
Her wiha piştî teqînê balafirên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAŞê (Koalîsyon) li asmanên Hesekê firiyan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse