Li Şirnexê şewat: Zarokek mir, 3 zarok birîndar in

12-11-2023
Nîşan Şirnex Şewat Zarok Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgea Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê di avahiyekê de şewat derket.

Di vê şewatê de zarokekî canê xwe ji dest da, 3 zarok birîndar bûn.

Li gorî gahiyan, şewat li Taxa Cumhuriyetê di jêrzemîna avahiyekê de derket.

Zarokên bi navên K.Y. (12), E.U. (14), U.M.K (15) û Î.T. (14) birîndar bûn.

Timên tenduristiyê her 4 zarokên birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Birîndarê bi navê Î.T. nehat rizgarkirin û li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst