Nêçîrvan Barzanî yekem Konsulê Qeterê yê Herêma Kurdistanê qebûl kir

12-11-2023
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Qeter
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê yekem Konsulê Qeterê yê Herêma Kurdistanê Husên Elî Salih qebûl kir.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û yekem Konsulê Qeterê yê Herêma Kurdistanê Husên Elî Salih daxuyaniyek da.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî ji bo destbikarbûna Husên Elî Salih wek yekem Konsulê Qeterê yê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li wî kir.

Hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser amadebûna Herêma Kurdistanê ya ji bo berfirehkirina pêwendiyên bi Qeterê re kir.

Konsulê Qeterê silavên Mîrê Qeterê gihandin Serokê Herêma Kurdistanê û kêfxweşiya xwe ya ji bo vekirina konsulxaneya welatê xwe ya li Herêma Kurdistanê nîşan da.

Herwiha tekez kir ku ew dê ji bo pêşxistina pêwendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê aborî de hemû hewlên xwe bidin.

Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî û çend mijarên li ser berjewendiyên hevpar hatin gotûbêjkirin.

Konsulxaneya Giştî ya Qeterê ya Hewlêrê 14ê Gulanê li Hewlêrê hat vekirin û armanca wê bihêzkirina pêwendiyên aborî, bazirganî û çandî yên di navbera Qeter û Herêma Kurdistanê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst