Rayedera berê ya Amerîkayî: Divê Herêma Kurdistanê pirsgirêkên navxweyî kontrol bike

Hewlêr (Rûdaw) - Rayedera berê ya Amerîkayî Denise Nataliyê got, “Divê Herêma Kurdistanê pirsgirêkên xwe yên navxweyî bixe bin kontrola xwe.”

Denise Nataliya ku di dema serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump de li Wezareya Karên Derve ya Amerîkayê alîkara misteşar bû, pirsên Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin.

Hinek caran di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li ser çend mijarên cuda pirsgirêk derdikevin.

PDK û YNK vê hefteyê li Hewlêrê civiyan. Di civînê hinek mijarên wekî “mûçeyên karmendan, pişka budceya Herêma Kurdistanê, petrola Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê” hatin gotûbêjkirin.

“Divê cudahiyên hev qebûl bikin”

Denise Nataliyê destnîşan kir ku “Girîng e her du partiyên serekê yên Herêma Kurdistanê cudahiyên hev qebûl bikin û karibin van cudahiyan bi awayekî bibandor bi rê ve bibin.”

Denise Nataliyê amaje pê kir ku “Divê mûçeyên karmendan bi awayekî tekûz bên dayîn û li ser petrolê were lihevkirin.”

Denise Nataliyê herwiha da zanîn ku Amerîka ji bo petrola Kurdistanê hem bi aliyê Herêma Kurdistanê hem jî bi aliyê Îraqê re axiviye û rasterast midaxeleyî pirsgirêka petrolê kiriye.

Rayedera berê ya Amerîkayî got, “Dema wê hatiye ku ji bo pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê çareseriyek were dîtin.”

“Îraq ti wextî nebûye dewleteke federal”

Denise Nataliyê amaje pê kir ku “Îraq ti wextî nebûye dewleteke federal û encamên vê ji di pêwendiyên Hewlêr-Bexda, qelsiya saziyên dewletê û bêhêziya wê ya li herêmê de tên dîtin.”

Denise Nataliyê bal kişand ser vê yekê ku piraniya pirsgirêkên li Îraq û Herêma Kurdistanê ji ber vê yekê ne ku sîstema federal bi cih nebûye.