AMED – 2 otomobîl û motorsîkletek li hev qelibîn: 4 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Yenişehirê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî di bûyereke trafîkê de 4 kes birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan li navçeya Yenişehirê li ser rêya Amed-Xarpêtê, otomobîla ku Murat Tunç diajot li otomobîla ku Serhat Koyuncu diajot qelibî.
Wê otomobîlê jî li motorsîkleta ku şofêrê wê Îbrahim Oktay bû da.
Di bûyerê de her sê şofêr û Avşîn Koyuncu ya di otomobîlê de birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Tîman birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên Amedê.