AMED – 2 otomobîl û motorsîkletek li hev qelibîn: 4 birîndar

12-11-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Yenişehirê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî  di bûyereke trafîkê de 4 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan li navçeya Yenişehirê li ser rêya Amed-Xarpêtê, otomobîla ku Murat Tunç diajot li otomobîla ku Serhat Koyuncu diajot qelibî.

Wê otomobîlê jî li motorsîkleta ku şofêrê wê Îbrahim Oktay bû da.

Di bûyerê de her sê şofêr û Avşîn Koyuncu ya di otomobîlê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên Amedê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst