QERS - Muxtarê ku ji dara gûzê ket canê xwe ji dest da

12-11-2023
RÛDAW
Nîşan Abdurrahman Şahan Muxtar Dara Gûzê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qaxizmanê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, muxtarê ku ji ser dara gûzan ket xwarê canê xwe ji dest da.

Li gorî zanyariyan muxtarê Taxa Şahindereyê ya Qaxizmanê Abdurrahman Şahan, doh ji bo daweşandina gûzên baxçeyê xwe çû ser darekê.

Şahan di dema daweşandina gûzan de ji ser darê ket xwarê û bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Şahan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qaxizmanê û ji wir jî bir Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniyê ya Qersê.

Lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê muxtar Abdurrahman Şahan canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst