Rêveberê Yasayî yê Wezareta Petrola Iraqê: Dê pirsgirêka petrolê ya navbera Hewlêr û Bexdayê di 6 mehên bê de were çareserkirin

12-11-2022
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Leys Ebdilhisên Herêma Kurdistanê Iraq Petrol
A+ A-

Rêveberê Giştî yê Fermangeha Yasayî li Wezareta Petrola Iraqê dibêje, pirsgirêka navbera Hewlêr û Bexdayê di warê petrolê de vedigere têgihiştin û şirovekirina bendên destûrê. Dibêje jî, lê nêzîkbûn li navbera Hewlêr û Bexdayê heye û dê ev pirsgirêk di şeş mehên bê de were çareserkirin.

Rêveberê Giştî yê Fermangeha Yasayî li Wezareta Petrola Iraqê Leys Ebdilhisên di hevpeyvîneke kurt de bi Tora Medyayî ya Rûdawê re bersiva çend pirsên pêşkêşvanê Rûdawê Mihemedê Şêx Fatihî da û got, beşek ji karnameya hikûmeta nû ya Iraqê behsa pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê dike. Lewma ew geşbîn e ku dê pirsgirêk bên çareserkirin û dibêje dê ew pirsgirêk di çend mehên bê de werin çareserkirin.

Leys Ebdilhisên got, "karnameya hikûmeta nû ya Iraqê ku roja 27ê cotmeha 2022 ji aliyê Encûmena Nûnerên Iraqê ve hate pejirandin, bi zelalî amaje daye giringiya çareserkirina nakokiyên petrolî li navbera Bexda û Hewlêrê. Çend sal in ev nakokî berdewam e û dê di şeş mehên bê de werin çareserkirin."

Naveroka hevpeyvîna Rûdawê ligel Rêveberê Giştî yê Fermangeha Yasayî li Wezareta Petrola Iraqê Leys Ebdilhisên:

Rûdaw: Şahirê rêzdar, ez gelekî spasiya we dikim ji bo dayina vê derfetê.

Şahir: Spas.

Rûdaw: Pirsa min ev e: Gelo pirsgirêka rasteqîne û sîsika pirsgirêka navbera Herêma Kurdistan û Iraqê têkildarî dosyeya gaz û petrolê çi ye?

Şahir: Bi nêrîna min, sîsika pirsgirêkê vedigere pirsgirêka têgihîştinê. Têgihîştin û şirovekirina bendên destûra Iraqê û cîbicîkirina wan e. Di destpêkê de ev pirsgirêk piçûk bû, lê roj li pey rojê mezintir dibû. Dibe ku kêmbûna têkiliyan yek ji sedemên pirsgirêkan bû û bi heman rengî bandorên siyasî beşekê pirsgirêkê bûn. Lê niha bi baweriya min em mijûlî çareserkirinê ne. Ez tev li nêrîna cenabê te dibim ku destnîşankirina pirsgirêkê nîvê çareseriya wê ye. Vêga jî karnameya hikûmeta nû ya Iraqê ku roja 27ê cotmeha 2022 ji aliyê Encûmena Nûnerên Iraqê ve hat pejirandin, bi awayekî eşkere amaje daye giringiya çareserkirina nakokiyên petrolê li navbera Bexda û Hewlêrê. Çend sal e ev nakokî berdewam e û dê di şeş mehên bê de were çareserkirin. Ji bo vê jî pabendiya frakisyonên siyasî heye ji bo çareserkirina wê bi rêya danîna yasaya gaz û neftê ku dikare tevaya pirsgirêkên komîserhevbûyî yên demboriyê yên warê pîşesaziya petrolê li Herêma Kurdistanê çareser bike. Bi îzna Xwedê em ê di demeke nêzîk de çareseriyekê ji van mijaran re bibînin da hevgirtina pîşesaziya petrola Iraqê bi şêweyekê were birêxkistin ku li berjewendiya Iraqê û tevaya gelê Iraqê be. Her wisa sedema siberojeke geş û çêtir ji iraqiyan re be û her wisa piştevaneke mezintir a aboriya Iraqê be.

Rûdaw: Şahirê rêzdar, ma hûn nola Wezareta Petrolê dixwazin ev pirsgirêk bi kîjan şêwazê were çareserkirin?

Şahir: Em dixwazin ev pirsgirêk bi rêya dariştina yasaya gaz û petrolê bên çarekirin.

Rûdaw: Gelo nêzîkbûna aliyan li ser vê mijarê heye?

Şahir: Erê, ji hev nêzîkbûneke mezin li navbera Hewlêr û Bexdayê tê dîtin. Di vê qonaxê de şand ji bo destpêkirina seredanan amade ne. Bi îzna Xwedê em ê bigihin peymanekê ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya danîna yasayeke têkildar di heyama kêmtir ji şeş mehan de ji bo vê mijarê.

Rûdaw: Li gor we, dê wezîrê nû yê petrolê di meşandina siyaseta wezîrê berê yê petrolê de berdewam be yan jî dê siyaseteke nû ya petrolê bimeşîne?

Şahir: Wezîrê nû rêzdar Heyyan Ebdilxenî Sewwad û serokwezîrê birêz Mihemed Şiya` Sûdanî li ser cîbicîkirina karnameya hikûmî bi îsrar in û pabendî peymanên siyasî ne ku di bin şewqa van peymanan de hikûmt pêk hat. Tevaya aliyan li ser çarekirina vê mijarê rijd in, bi hêla dîtina rêçareya guncav û herebaş ji bo aboriya Iraqê û pîşesaziya petrola Iraqê.

Rûdaw: Rêzdar Şahir, şirketên petrolê yên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin di lîsta reş de hatine bicihkirin, ev mijar çawa tê çarekirin?

Şahir: Ev tedbîrên berê berî 27ê cotmeha 2022 hatibûn wergirtin, ango ev pêngav berî damezrandina hikûmeta nû hatibûn avêtin. Hikûmeta niha jî li hember tedbîrên kevn ne berpirsiyar e. Em li benda pejirandina yasaya têkildarî gaz û neftê ne ji bo çareserkirina tevaya pirsgirêkên komîserhevbûyî yên dema borî. Dibe ku bi dariştina yasaya gaz û petrolê hemû pirsgirêkên kevn bên çareserkirin. Lewra hikûmet bi hemahengiya ligel tevaya aliyên siyasî bi hêla dariştina yasayê û çareserkirina arîşeyan gav davêje. Çêdibe ku ev mijar bi pejirandina yasayê li Parlamentoya Iraqê bê çareserkirin.

Rûdaw: Tê gotin ku ev zexta Wezareta Petrolê li ser şirketan dê bandoreke neyînî ya rasterast û ne rasterast li ser şirketên din ên Iraqê jî bike!

Şahir: Tiştê di heyama borî de biryar li ser hatiye standin, ne têkildarî vê heyama niha û hikûmeta nû ye. Hikûmeta niha û wezareta niha pabendî peyman û karnameyên hikûmî dibin ku ji aliyê parlamentoyê ve hatine pejirandin. Vegera li raboriyê ne li berjewendiya ti kesî ye. Lê merema me ew e ku em çareseriyeke lezgîn ji pirsgirêkê re bibînin.

Rûdaw: Wek kesekî yasazan û berpirsekî berbiçav ê Wezareta Petrolê, gelo tu reşbîn î bi vê…

Şahir: Ez zaf geşbîn im.

Rûdaw: Tu zaf geşbînî î!

Şahir: Erê.

Rûdaw: Li gor we, dê van nêzîkan dest bi karan bê kirin?

Şahir: Erê di demeke herî nêzîk de dê dest ji bo vê mijarê bê birin û dibe ku di kêmtir ji şeş mehan de vê mijarê çareser bike. Parlamentoya Iraqê reşnivîsa qanûna gaz û petrolê dipejirîne. Bi vî rengî jî dê pirsgirêk û nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin.

Rûdaw: Gelek spas.

Şahir: Gelek spas, xwedahafîz (bi kurdî).

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst