Li Hewlêrê di şaxeke xwaringeha Top Organîk de şewat derket

Hewlêr (Rûdaw) - Îro serê sibê di şaxeke xwaringeha Top Organîk a di nava hotêla Crystalê de şewat derket.

Nûçegihanê Rûdawê Sîdad Leşkirî ragihand, îro Şemiyê berî saet 08:00, agir bi şaxa xwaringeha Top Organîk a li nav hotêla Crystalê ya li ser cadeya 100 Metrî ya Hewlêrê ket.

Herwiha peyamnêrê Rûdawê ragihand ku ji ber xwaringeh bi daran hatiye çêkirin agir zû belav bûye û di encam de Xwaringeha Top Organîk a nav Hotêl Crystalê bi temamî şewitiye.

Heta niha sedema derketina agir nehatiye zanîn lê li gor zaniyariyên peyamnêrê Rûdawê tenê ziyanên maddî çêbûne.

Herwiha malbatên ku di nav hotêlê de bûn ji bo jiyana xwe biparêzin ji hotêlê derketine.