Heciz ketiye ser hemû milkên Şaredariya Amedê

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên Dadgeha Venêrîna Dezgehên Dewletê (Sayiştay) tespît kirine ku heciz hatiye ser hemû milkên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku avahiya bingehîn a xizmetê jî di nav de ye. Serokatiya Dadgeha Venêrîna Dezgehên Dewletê raporên kontrolê yên şaredarî û rêveberiyên girêdayî şaredariyan yên 2021ê belav kirin.

Li gor raporê heciz hatiye ser avahiya bingehîn a xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û hemû milkên din ên şaredariyê niha ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin. Di raporê de tê gotin ku hatiye tespîtkirin dar, gul, û pîvazên laleyan bê îhale hatine kirîn.

Li gor Gazete Duvarê, di sala 2021ê de ji aliyê Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ve bo qadên şîn bi bihayê 23 milyon lîre (1 milyon û 236 hezar dolar) dar, gul û pîvazên laleyan hatine kirîn û ev kirîn ji aliyê 4 kompanyayên li herêma Sakarya-Kocaeli ve çêbûye. Lê di raporê de navên kompanyeyan nehatiye dayîn.

Di raporê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku ligel girebestên avahiyên girêdayî şaredariyê ku bi kirê hatine dayîn bi dawî bûne lê bi awayekî ne fermî bikaranîna van avahiyan berdewam e. Herwiha ji bo restorasyona avahiyên girêdayî şaredariyê jî tê gotin ku fon nemaye.

Derbarê erkdarkirinê de jî tê gotin ku du perwerdekar û civaknasek wek karmendên bi girebest hatine erkdarkirin lê li rêveberiya çend şaxan kar dikin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji sala 2016an û heta niha ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin.