Selahattin Demirtaş birin Amedê

12-11-2022
RÛDAW
Nîşan Selahattin Demirtaş Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş şeva bihorî ji bo bi bavê xwe Tahîr Demîrtaş re ku krîza dil derbas kiriye  hevdîtinê pêk bîne birine Amedê. Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gargarlioglu ji Rûdawê re diyar kir ku Demîrtaş vê sibehê li Amedê li gel bavê xwe bû û piştî çend saetan dîsa vegeriya girtîgeha Edirneyê.

Koma Parêzaran a Bo Parastina Demirtaş ragihand ku bav û dayîka Selahattîn Demîrtaş duh ji nişka ve nexweş bûne û bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatine veguhestin.

Dayika Demirtaş, Sadiye Demîrtaş piştî çareseriya wê ew bo malê hate şandin, lê bavê wî Tahîr Demîrtaş hêj di beşa çavdêriya giran a kardiyolojiyê de tê dermankirin.

Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, danê sibehê saet di 04:00 de di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de anîne Amedê.

Di daxuyaniya Koma Parêzaran a Bo Parastina Demirtaş de wiha tê gotin: “Muwekîlê me birêz Demîrtaş, ji ber nexweşiyên dayîk û bavê wî, şeva 12ê Mijdarê di çarçoveya yasayan de ji Girtîgeha Edîrneyê birine Amedê û piştî bavê xwe dîtiye dîsa birine Girtîgeha Edîrneyê.”

Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gargarlioglu ji Rûdawê re ev serdan piştrast kir.

Li ser piras “gelo ev gav nîşaneya nêzîkitiya AK Partî û HDPê ye” got: Tişta ku hatiye kirin, mafê hemû girtiyan e . Hikûmetê berê ew maf nedabûn, lê vê carê daxwaza Demîrtaş hate qebûlkirin ku bavê xwe ziyaret bike û wî ji nêz ve bibîne." 

Demîrtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve di çarçoveya "lêpirsînên terorê" de li girtîgeha Edineryê girtî ye.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di 18'ê Cotmeha 2018an de xwestibû Demîrtaş demildest bê berdan û çend caran daxwaza xwe dubare kir, lê belê Tirkiye li gorî wê biryarê tevnegeryaye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst