Fermandarekî HPGê: Gerîlayan xwe radest nekirin

12-11-2021
RÛDAW
Nîşan HPG Amed Melezgirt Kurd PKK Artêşa Tirkiyê Avaşîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniya Tirkiyê berî niha ragihandibû ku li herêma Avaşînê 4 gerîlayên PKKê xwe radest kirine û têkildarî vê yekê vîdyoyek jî belav kiribû. Lê fermandarekî HPGê tekez dike ku, artêşa Tirkiyê li dijî wan gerîlayan gaza kimyewî bikar anî û vê yekê jî bandor li ser wan kir û ew bê hiş kirin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê, roja 30ê Cotmeha îsal, dîmenên operasyon û êrişeke bo ser gerîlayên PKK belav kiribû ku li gor zanyariyan, ew êriş li dijî şikefteke li girekî herêma Avaşînê pêk hat ku 1917 metre ji asta derya bilind e.

Heman wezaretê li gel belavkirina vîdyoyeke dema êrişê, diyar kiribû ku di êrişa leşkerên wan de 4 gerîlayên PKKê xwe radest kirine û di şikeftê de dest bi ser gelek cebilxane de girtine.

Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) Amed Melezgirt di hevpeyvînekê de li gel ajansa ANFê ya PKKê, behsa şer û pevçûnên li gel li gel artêşa Tirkiyê kir û herwiha derbarê wê êrişa artêşa Tirkiyê ya li Avaşînê jî ku tê gotin 4 gerîlayan xwe radest kirine, zanyarî dan.

Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPGê ku baskê serbazî yê PKKê ye, li ser şerê li Avaşînê got, “Li devera Qertelê jî li ser hevalên me gazên kîmyewî bi kar anîn. Li gel vê yekê jî hevalên me heta dawiyê li ber xwe dan. Hevalên me yên li wê deverê gelek ji gaza kîmyewî ya artêşa Tirk bi kar aniye bandor bûne.”

‘Ev gaz mirovan bê hiş dike’

Li medya Tirkiyê li ser vê mijarê gelek nûçe belav bûn û ew fermandarê HPGê dibêje, “Wekî ku medya şerê taybet aniye li ser ziman van hevalên me xwe radestî artêşa Tirk nekirine. Artêşa Tirk bi gaza kimyewî êrîş dibe li ser hevalan. Hevalên me jî ji vê gazê bandor dibin. Ev gaz mirovan bê hiş dike. Ev gaza ku hatiye bi kar anîn li ser sîstama sinirên mirovan gelek tesîran ava dike. Vê gazê li ser hevalê me jî bi vî awayî bandor kiriye. Lewma hevalên me dema ku ev gaz hat bi kar anîn pir bêyî zanebûn tevdigerin.”

Amed Melezgirt behsa “berxwedana gerîla” gerîla ya li wê deverê dike û dibêje, “'Li devera Qertalê, Şehîd Dîren a bi ser devera Stûnê, Şehîd Elî jî artêşa Tirk tevgerek dabû destpêkirin. Li van deveran jî li hemberî tevgera dagirkeriya artêşa Tirk hevalên me berxwedaneke mezin li hemberî artêşa Tirk pêk anîn.”

‘Gelek windahiyên artêşa Tirk çêbûn’

Ew fermandarê HPGê diyar dike ku şerê li wê herêmê hefteyekê berdewam kir û ragihand, “Ev berxwedanî qederî hefteyekî ajot. Hem li devera şehîd elî hem jî li devera şehîd dîren hevalan çalakiyên sabotajê û serdeçûnê li ser artêşa Tirk li dar xistin. Di van çalakiyan de jî gelek windahiyên artêşa Tirk çêbûn. Wekî ku artêşa Tirk di medya xwe de propaganda dike û dibêje “me gelek gerîla kuştine û gelek ji wana jî xwe radest kirine” ev derew e. Bi giştî şer û pevçûnên di van deveran de qewimiye 5 hevalên me şehîd ketine, çar heval jî dîl ketine dest. Artêşa Tirk bi tundî gaza kîmyewî kar tîne û hevalên me ji ber vê yekê li ser hişê xwe diçin û dîl dikevin destê dijmin.”

‘Dîmen perçeyek ji lîstika şerê taybet e’

Wezareta Berevaniya Tirkiyê hinek dîmenên “dema xweradestkirina gerîlayan” belav kiribûn û Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPGê li ser vê yekê tekez dike, “Li devera Şehîd Dîren jî dema hevalên me di nava tevgerê de ne di navbera wan û dijmin de pevçûn diqewime û hevalê me yê bi navê Rûmet jî bi brîndarî dîl dikeve destê dijmin. Ji ber ku ev heval xwe radestî artêşa Tirk nake tê şehîd xistin. Yanî wekî ku artêşa Tirk li ser medya xwe ya şerê taybet behsê dike hevalên me xwe radest nekirine. Ew dîmenên hatine parvekirin jî perçeyek ji leyîstokên medya şerê taybet ên dewleta Tirk e, ango ew dîmen piştî heval dîl ketine destê wan hatine kişandin. Ev bûyer bi şeklê ku medya şerê taybet dibêje para xwe ji rastiyê wernegirtiye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst