Zanyariyên nû li ser hevdîtina Seyîd Riza û Ataturk
Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Dîrok û Çandê ya Dêrsimê girte vîdyoyeke nû belav kir ku tê de leşkerek bo cara yekem behsa hevdîtina Seyîd Riza û Mustafa Kemal Ataturk dike.
Heta niha jî diyar û zelal nebûye ka di dema Komkujiya Dêrsimê ya di salên 1937-38an de, Rêberê Şoreşa Dêrsimê Seyîd Riza û damezrênerê Komara Tirkiyê Mistefa Kemal Ataturk, ti hevdîtin pêk anîn an na!
Lê têkildarî vê mijarê vîdyoyeke nû ji aliyê Navenda Dîrok û Çandê ya Dêrsimê ve hat belavkirin. Di wê girte vîdyoya 11 xulekî de leşkerek dibêje, “Min Seyîd Riza bir ji bo hevdîtina li gel Ataturk.”
Li gor zanyariyên hatine belavkirin, navê wî leşkerî Mustafa O. ye û ji Rihaya Bakurê Kurdistanê ye û sala 1914 ji dayîk bûye û 2008an jî koça dawî kiriye. Mustafa O. pêşiyê li Rihayê dest bi leşkeriyê kiriye, paşê bo herêma Dêrsim/Xarpêtê hatiye şandin û herî dawî di heyama komkujiya 1937-38an de jî li Dêrsimê, wek `şofêrê rêber` hatiye erkdarkirin.
Ev dibe yekem belge û zanyarî
Ew hevpeyvîna 11 xulekî ku dengê wê hatiye belavkirin, ji aliyê kesûkarekî wî leşkerî ve sala 1991an hatiye tomarkirin û Mustafa O. di wê tomara dengî de behsa jiyan û bîranên xwe yên dema leşkeriya li Dêrsimê dike.
Di tomara dengî de ew leşker li ser Komkujiya Dêrsimê zanyariyên berfireh nade, lê dibêje, “Min Seyîd Riza bir ji bo hevdîtina li gel Ataturk.” Bi vî awayî ev dibe yekem belge û zanyarî li ser hevdîtina wî rêberê Kurd û damezrênerê Komara Tirkiyê.
Leşkerê bi navê Mustafa O. dibêje, Seyîd Riza serpereştê hemû eşîran bû û di dema çûna bû hevdîtina li gel Ataturk jî, fermandarekî artêşa Tirkiyê yê bi navê Kemal jî li gel wan bû.
Seyîd Riza çi pêşniyaz kir?
Ew leşkerê şahidhalê Komkujiya Dêrsimê dibêje, “Seyîd Riza pêşniyaz kir ku hemû mesrefên wê operasyona leşkerî bide, lê Ataturk qebûl nekir.” Lê li gor Navenda Dîrok û Çandê ya Dêrsimê, ev gotin, tenê weke `efsanekê` di nav leşkeran de belav bûye û dûr e ji rastiyê, ji ber ku tê zanîn, rewşa aborî ya Seyîd Riza ew qas baş nebû û tenê têrî debara malbata wî dikir.
Herwiha di wê tomara dengî de gelek zelal nîne ka wî leşkerî çend caran Seyîd Riza biriye bo hevdîtina li gel Ataturk û ji Erzinganê biriye bo Xarpêtê yan na!
Herwiha leşkerê şahidhal diyar dike ku li gundê Zeranik qereqolek hatibû danîn û dibêje, “Gelek Ermenî hebûn” û Navenda Dîrok û Çandê ya Dêrsimê jî li ser vê yekê dibêje, bi egereke mezin ev gotin bo motîvekirina leşkeran a ji bo êrişkirina ser Dêrsimê hatiye gotin.
`Hefiza wî leşkerî baş bû`
Li ser vê mijarê, ji bo wergirtina zanyariyên zêdetir, Navenda Dîrok û Çandê ya Dêrsimê li gel wî kesê ku jiyana Mustafa O. tomar kiriye û radestî wê navendê kiriye, hevpeyvînek pêk anî.
Ew kes behsa dema pêkanîna hevpeyvînê û tomarkirina vîdyoyê dike û li ser wî leşkerê şahidhalê Komkujiya Dêrsimê dibêje, “Hefiza wî baş bû, her çiqas hinek tişt nedihatin bîrê û hinek tişt tevlîhev jî dikirin, hefiza wî baş bû. Min berî tomarkirina vîdyoyê, sûreya Yasîn pê de xwendin, wî jî jiberkirî xwend.”
Ji ber derbasbûna 53 salan di ser bûyerê re, hinek nav nayên bîra wî leşkerî û hinekan jî tevlîhev dike. Bo nimûne, kurê Seyîd Riza, Husên û neviyê wî Polat, tevlîhev dike û herwiha tê gotin ku ew leşker kêm caran li ser Komkujiya Dêrsimê diaxivî.
`Ji Kurdan hez nedikir`
Di wê tomara dengî de de hinek cih ji hev qût bûne û kesê ku ev deng tomar kiriye jî dibêje, “Mustafa O. li cihê xwe gelek ranediwestiya, diçû destavê û nimêjê. Wê rojê wî du caran hevpeyvîn hişt û çû nimêjê. Dema ji nimêjê vegeriya navê Polatê neviyê Seyîd Riza hat bîra wî. Dema diçû nimêjê min teyîb digirt û dema dihat min vedikir. Ji ber vê yekê di deng de hinek cih ji hev qût bûne. Min ti beşek jê dernexistiye.”
Kesê deng tomar kiriye, derbarê wî leşkerê şahidhal de dibêje, “Ji Kurdan hez nedikir, nizanim çima, lê ji Kurdan hez nedikir. Ew wek gundî û çiyayî didîtin. Heta dibistana navîn xwendibû, nivîsa kevn û nû dizanî. CHPyiyekî baş bû, lê ew fêrî zarokên xwe nekir.”
Herwiha kesê ku deng tomar kiriye, dibêje, wî ji Mustafa O. pirs kir ka dikare razê an na û wî jî gotiye, “Ez nikarim razêm, piştî vexwarina alkolê û wergirtina hebekê, ez hewl didim rakevim. Ez çi bikim, nikarim rakevim.”
Navenda Dîrok û Çandê ya Dêrsimê bang kiribû
Navenda Dîrok û Çandê ya Dêrsimê, berî niha bang li xelkê kiribû ku çi belge, deng, wêne, nivîsên destî, bîranîn û dokement li ser Komkujiya Dêrsimê di destê wan de hebin, radestî navenda wan bikin ku ev êriş û komkujî bê zelalkirin.
Piştî vê bangê, ew tomara dengî ya 11 xulekî li gel 8 wêneyên wî leşkerî, radestî Navenda Dîrok û Çandê ya Dêrsimê hatin kirin û li `Proje Dîroka Devkî ya 1937-38` hatin zêdekirin.