Emîne Şenyaşar îro tê dadgehîkirin

12-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Riha yê Bakûrê Kurdistanê, jineke kurd bi navê Emîne Şenyaşar bi tometa bêrêzîkirin bi parlamenterê AK Partiyê Ibrahîm Halîl Yildiz tê dadgehîkirin.

Yekemîn rûniştina dadgehê li ser vê dosyeyî îro Înê 12ê Mijdara 2021an di demijmêr 14:00 de li 2mîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê birêve diçe.

Emîne Şenyaşar bi xwe xelka navçeya Pirsûs a Rihayê ye, berî hilbijrtinên giştî yên di 24 Hezîrana 2018an de, hevjînê wê û herdû kurên wê ji aliyê kesûkarên Ibrahîm Halil Yildiz Parlementerê AK Partiyê ve hatin kuştin û niha ew bi xwe jî bi tometa bêrêzîkirin bi wî parlementerî doz li dijî wê hatiye vekirin û daxwaza 4 sal cezayê zindanê jê re tê xwestin.

Emîne Şenyaşar dibêje: “Sê sal û nîv berî niha li ber çavê min endamên malbata min bikom hatin kuştin, roja Înê dema çûm dadgehê ji dadweran dibirsim kujerên malbata min kî ne?

Roja 14ê Hezîrana 2018an dema Parlamenterê AKPê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li bajarokê Pirsusê bo propagandeya hilbijartinê serdana dikandaran dikir, li dikana malbata Şenyaşar şer û nîqaş di navbera kes û karên wî parlamenterê AKPê û endamên malbata Şenyaşar de derket.

Di bûyerê de ku piştre li nexweşxaneyê berdewam bû, 4 kes hatin kuştin. Birayê wî parlamenterê AK Partiyê li cihê bûyerê hat kuştin, hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar li nexweşxaneyê hatin kuştin, herwiha ji herdu aliyan jî 8 kes birîndar bûn.

Emîne Şenyaşar dibêje, kesûkarên wê parlamenterê AKPê herdû kur û hevjînê wê li nexweşxaneyê kuştine, bi ser nexweşxaneyê de girtine û belge ji nav birine û dîmenên kameraya çavdêriyê jî jê birine.

Emîne Şenyaşar 248 roj e li ber Dadgeha Rihayê bo dadperweriyê di nobetê de ye û ji ber vê yekê heta niha çar caran ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin. Ew daxwaza dadmendî û azadkirina Fazil Şenyaşar ê kurê xwe dike ku di bûyerê de birîndar bû û ji roja 17ê Hezîrana 2018an ve hatiye desteserkirin û zêdeyî sê sal e di zîndanê de ye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst