Galeriya wêneyan

13-11-2020
30 Photos
RÛDAW

Riwandiz bajarek e dikeve nav sînorê parêzgeha Hewlêrê û çardorên wê çiya ye; çiyayê Korek li ji başûr, çiyayê Hendirên ji bakur, çiyayê Zozik ji rojava û çiyayê Bradost jî ji rojhilat ve.

Tê gotin ku navê bajar ji peyva `Rêwandîz` hatiye ku bi wateya qelaya rewandiyan tê. Navê `Rewand` di Yunanî de wek `Orantês` tê nivîsandin.

Ev bajar dikeve navebra komelek çiya û newal ku li aliyê bakur çiyayê Zozik û Hesen Beg, li aliyê rojhilat çiyayê Hendirên û newala Balekayetî, li aliyê xwarê jî gir û dolên Bapiştyan, Gorze û çiyayê Bradost û li aliyê başûr jî çiyayê Korek û Armoş e.

Rewandiz yek ji wan bajarokên ciwan ên Herêma Kurdistanê tê zanîn, çendîn navçeyên geştyarî yên girîng li derdorê ne; wek Bêxal, Cundyan û Şingilbane.

Topa Hoste Recep di destpêka 19 a zayînî de Mîr Mihemed, paşayê Rewandizî karî sînorê mîrnişîna Soran berfireh bike û ji bo parastina wan sînoran bîr li avakirina kargeha çek û teqemenî kir.

Xerend û geliyê Xalereş, dîmenên bêhempa yên Riwandiz in û gelek ew kûçe û kolan û xaniyên wê deverê gihîştine temenê şûnwarî.