Li Amedê jî derketina derve ya kesên temenmezin hat sînordarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê derketina derve ya kesên temenê wan mezintir  ji 65 salan, hat sînordakirin.

Li Ameda Bakurê Kurdistanê di çarçova rûbirûbûna vîrusa Coronayê de rêkarên nû hatin ragihandin.

Komîteya Tendirustiyê ya Amedê bi serpereştiya Munîr Karaloglu, parêzgarê Amedê li ser rewşa Coronayê li wî bajarê Bakurê Kurdistanê civiya.

Di encama civînê de biryar hat dayîn derketina derve bo kesên temenê wan jorî 65 sal, bê sînordarkirin.

Li gor biryara nû, derketina derve ya kesên temenmezin li derveyî demjimêr 10.00 ta 16.00 hat qedexekirin.

Parêzgariya Amedê di daxuyaniyê de amaje bi wê kir, vîrusa Coronayê di belavbûnê de ye û hejmara pêketiyên Coronayê zêde dibe û lewma pêwîstî bi sînordarkirina derketina derve bo kesên temenmezin hatiye dîtin.

Ev di demekê de ye ku piştî bajarên Bursa, Stenbol, Enqere û Îzmîr ên Tirkiyê, duh li Mêrdînê jî derketina derve ya hemwelatiyên temenmezin hatibû sînordarkirin.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 404,894 kesan û 11,233 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 346,794 kes jî ji vîrusê baş bûne.