Mistefa Balî: Dewriyeya Tirkî-Rûsî gulle berdan xwepêşanderên sivîl ên Kurd

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiyê ku îro bi hêzên Rûsya re gereke hevbeş encam didin, li Kobanî gulle berdane welatiyên sivîl ên Kurd, ku li dijî êrîşa artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê nerazîbûn nîşan didan, li gor agahiyan birîndar hene. Berpirsê Ragihandina HSDê Mistefa Balî dibêje bi guleyên rast êrîşî xwepêşanderên Kurd dikin.

Di çarçoveya rêkevtina Soçî ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de îro pêncemîn dewriyeya hevbeş a Rûsya û Tirkiyê li nav axa Rojavaya Kurdistanê hat kirin û bi sedan kes ji xelkê herêmê karwana dewriyeyê dan ber keviran.

Dewriyeya artêşa Tirk li gor dîmenên li ser medyaya civakî hatine belavkirin, gulle û gaza îsotê li gundê Korpîngarê yê rojhilatê bajarê Kobanî, li sivîlan reşandin. Di encamê de hejmareke sivîl birîndar bûn. Her wiha li gundê Til Hacib jî, ji ber avêtina gaza îsotê, hin sivîl birîndar bûn

Derbarê dewriyên hevbeş de Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku dewriyeya bejayê ya pêncemîn a Rûsî-Tirkî ku li herêma Kobanî tevî “hewldanên provokatoran” berdewam in.

Lê Wezareta Berevaniya Tirkiyê ti amaje bi birîndaran nekiriye ku ev yek di demekê de ye li gor dîmenên li ser medyaya civakî hatine belavkirin, hêzên Tirkiyê teqe li welatiyên sivîl kirine ku nerazîbûna xwe li hemberî dewriyên Rûsî-Tirkî nîşan dane.

 

Herwiha Berpirsê Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî jî li ser hesabê xwe yê twitterê dîmen belav kiriye ku jineke Kurd îro di encama teqeya rasterast a karwana dewriyeya hevbeş a Tirkî-Rûsî de birîndar dibe.

Mistefa Balî dibêje li ber çavên tevahiya cîhanê bi guleyên rast êrîşî xwepêşanderên Kurd dikin û diyar dike ku ev yek di demekê de ye ku Amerîka û Rûsyayê îdia kiribûn herêm dê aramtir bibe, “lê Kurd têne kuştin.”

Balî herwiha daxwazê ji Amerîka û Rûsyayê dike ku êrişên li hemberî sivîlan bêne rawestandin.

 

8ê Mijdarê jî di dema sêyemîn dewriyê de wesayita zirhî ya artêşa Tirkiyê dabû ser kesekî sivîl û ew kuştibû.

Roja 31ê Cotmehê yekemîn gera hevbeş di navbera hêzên Rûsya û Tirkiyê de li rojhilatê Serê Kaniyê heta Dirbêsiyê dest pê kir. Di wê gera hevbeş de, hêzên herdu welatan li gundê Şêrikê dest bi gera xwe kirin û di gundên Ala Qusî, Gir Hesena, Mehete, Tel Xatûn, Mela Ebas, Mehrekan, Tel Cîhanû Girkê Zêra re derbas bûn û li gundê Qere Hesen jî dawî li gerê hat.

Herwiha roja 5ê Mijdara 2019an jî duyemîn gera hevbeş a Rûsî-Tirkî li sînorê Kobanî hat destpêkirin. Ew gera hevbeş jî bi beşdariya 8 wesayitên zirhî yên Tirkiyê û Rûsyayê bi dirêjiya 87 km û bi kûrahiya 10 km di navbera Kobanî û Girê Spî de hat encamdan û bo dema 4 demjimêran dom kiribû.

Roja 8ê Mijdarê dewriya sêyem a hevbeş a hêzên Rûsya-Tirkiyê di navbera Qamişlo û Dêrikê de hatibû kirin.

Duh jî Dewriyeya çaremîn a Rûsya û Tirkiyê li sînorê Dirbêsîyê birîve çû.